Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terora ji aliyê rejîma Pehlewî heya rejîma Axûndî ve

17:20 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2021

Sîna Qasimîzade

Dema ku pergala siyasî li ser binpêkirinê be û hikûmetek bi polîsî û ewlehiyê were damezirandin, pêvajoya bikaranîna desthilatdarî û serweriyê dê ji jor ve stûnî be. Û derbên ku du rejimên Pehlewî û rejîma Axûndî li netewa Kurd li Kurdistana Îranê dan, tomara reş ya 55 salên dîktatoriya Pehlewî di têkiliya bi gelê Kurd re, xwînrêjî û tijî helandina çandî, komkujî, kuştin û darvekirina çalakvan û pêşengên Kurd tê dîtin. Rejîma Pehlewî jî mîna rejîma Axûndan, faşîst, zalim, xwînrêj û zordar bû. Mînak: Pêşeng Qazî Mihemed yekem serokomarê Kurdistanê û herwiha, Simkoyê Şikak yek ji rêberên mezin ê tevgera rizgarîxwaziya netewa Kurd bû ku li bajarê Şinoyê hate şehîdkirin.

Ev her du mînak tenê beşek ji temenê 55 saliya rejîma Pehlewî ne. Hekî em dîroka serdemê Pehlewî bixwînin, em ê bigihîjine vê encamê, dîktatorê piştî dîktatorê berî xwe, lê vê carê bi awayekî din bi navê Komara Îslamî ya Îranê ku di rastî da rejîmek faşîst, kevneperset û terorîst cihê wê girtiye.

Rejîma Îranê li destpêka deshilata xwe komkujî li ser gelên Îranê û bi taybetî gelê Kurd de sepand.

Fetwaya Xumeynî li dijî netewa Kurd ya di sala 1358an a Rojî ku di encamê de hezaran kes şehîd kirin, û herwiha şehîd kirina Dr.Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî li sala 1368`an a Rojî û herwisa Dr. Se`îd Şerefkendî li sala 1371`an a Rojî û Fuad Mistefa Sultanî li sala 1358`an a Rojî, ku ev yek tenê beşeke biçûk e ji teror û jinavbirina parek ji rêberên tevgera Rojhilatê Kurdistanê û zordestiya rejîma Îranê li dijî gelê Kurd heya îro dom dike.

22`ê Pûşpera îsal 32 sal bi ser terorkirina Dr.Ebdurehman Qasimlo rêberê herî karîzmatîk ê doza berheq a gelê Kurd re derbas dibe. Dr.Ebdurehman Qasimlo Sekerterê PDKÎ digel Ebdula Qadirî Azer nûnerê PDKÎ û Dr. Fazil Resûl Kurdê Başûrê Kurdistanê, di Temûza sala 1989`an de dema danûstandin digel binav nûnerên rejîma Îranê li ser pirsa Kurd, li “Viyena”a paytexta “Otrîşê” ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê ve hatine terorkirin.

Herçend ku Dr.Ebdurehman Qasimlo Sekerterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, lê ew di nav Kurdên Îran û Rojhilata Navîn de xwediyê hizr û kesayetiyekî firepartî û rêberekî karîzmatîk bû.

Yek ji karên herî girîng di jiyana Dr.Qasimlo de ev bû ku ji sala 1354 an heya 1357an a Rojî li para ziman û wêjeya Kurdan di zanîngeha Sorbonne li Parîsê, mijûlî mamostayetiyê bû. Wî bi nivîsandina çend gotarên cur bi cur di rojname û kovarên Ewropî de li ser jiyana civakî, dîrok û rewşa siyaseta Kurdan di wê demê de karî heya qasekî dîrok û pirsgirêka gelê Kurd baştir bi raya giştî ya Ewropayê bide nasandin. Dr.Ebdurehman Qasimlo ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê xwedan kesayetekî bi bandor bû, belkî peywendiyên wî yên digel hêzên parçeyên din ên Kurdistanê jî pir baş bûn.

Dr.Qasimlo kî bû?

Dr.Qasimlo li sala 1309 a Rojî (1930) li bajarê Urmiyê hate dinê û piştî qetandina dibistana seretayî, derbasî zanîngehek Amerîkî li Tehranê bû û piştre bona xwendina bilind derbasî bajarê “Paris”a paytexta “Firansê” bû.

Wî birwanameya duktoriyê di beşa aboriya siyasî de ji zanîngeha “Prag”a paytexta “Cekoslovakî”yê, wergirt.

Di heyamê salên dehka 50`an de, ew digel keçeka xelka “Cekoslovakî” bi navê “Hêlên Krolîj”, ku bi navê  Nesrîn Qasimlo tê naskirin re zevicî. Heya dawî dema jiyana Qasimlo, Hêlên hevjîna wî bû. Qasimlo ew fêrî zimanê Kurdî û Farsî kir û bi awayekî baş dikarî bi wan zimanan biaxive. Qasimlo çend salan li zanîngeha “Piragê” û piştre jî li Sorbona “Firansa”yê di beşên weke, “aboriya kapîtalîst, aboriya sosyalîst û teoriya mezinbûna aborîyê” de ders ji xwandekaran re digot.

Li wir bû ku wî du feylesofên binavûdeng ên wê serdemê yên bi navên “Ernesto Laclau û Chantal Mouffe”, nas kirin. Qasimlo têgihîna demokrasiya radîkal ji wan hîn bû û paşê ew pêşniyar kir ku mozaîka nifûsa Îranê bimeşîne. Wî ji bilî zimanê zikmakî yê xwe, zimanên Îngîlîzî, Farsî, Erebî, Tirkî, Feransî û Çekî jî dizanîn.

Qasimlo di dehka 60`î a Rojî de li Ewropayê çalakiyên siyasî û rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rê ve dibir. Di wê demê de, Dr.Qasimlo pejirand ku bi hêviya çareserkirina mesela siyasî ya Kurdên Îranê, bi rejîma Îranê re danûsandinê pêk bîne. Ev gotûbêja li hotêleke “Viyen”ê de pêk hat.

Danûsandinên ku Dr.Qasimlo hewl dida bi baldarî bi gotinên ku îradeya wan û bi dawîbûna pevçûnê û vegera aştiyê diyar dike, bixe ber bas, lê aliyê hember ên wî gulleyên germ bi ser Dr.Qasimlo de dibarîne. Gava ku Dr.Qasimlo rave dikir em ne tundajo ne, temaşevanên wî yên ku li çavên wî mêze dikirin, difikirîn ka dê gulleya yekem li kudera wî bidin.

Dr.Qasimlo ku destê xwe dihejîne û cixareya xwe li ser lêvan radike, wê demê çend xwînrêjên zalim jêve ne ku ew kuştine. Dr.Qasimlo hêj zindî ye, diaxive, ew qala demokrasiyê bo Kurdan û qala aştîyê dike, ew hîn jî li kunceke dîrokê de ye, ku dengek di odeyê de tê bihîstin.

Dezgehên teror û kuştara rejîma Axûndî, bi terorên pey hev û têkbirina hezar kesên bi şeref û rêberên binavûdeng ên siyasî yên dijî dewletê, ji bilî dirêjkirina emrê dewleta dîktatoriyê û çêkirina tirs û xofa zêde di nava dijberên xwe de tiştek tine bûye.

Dr.Qasimlo damezirînerê tevgereke cemawerî li Kurdistanê bû. Wî bawerî bi yekbûn û lihevkirina dijberiya pêşverû anî û şev û roj ji bo bidestxistina wê re li ber xwe da. Hewldanên wî yên di wî warî de bêguman nayên jibîrkirin. Bi mifahwergirtina ji têkiliyên navneteweyî yên berfireh re, alîgirên binirx ji bo tevgera neteweyî ya Kurdistanê bi dest xist. Herwiha, serxwebûna raman û baweriya pê re di her astê de û di her warê têkiliyan de yek ji taybetmendiyên wî bûn û ew yek ji wan rêberên siyasî bû ku tevî mifahwergirtina ji pêwendiyên ku li derveyî sînoran hebûn, lê ti carî serxwebûna xwe ji bo wê feda nekir.

Şermezarkirina dagîrkirina balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li Têhranê û  bombebarankirina bajarên Kurdan ji aliyê balafirên şer ên Îraqê ve di dema şerê Îran û Îraqê de yek ji mînakên herî biçûk in. Herçend ku terorkirina Dr.Qasimlo derbeyeke pirr giran ji bo tevgera neteweyî ya demokratîk a Kurdî bû, lê ramanên wî hêj ronahiya rêya rêvîngên azadiyê ne.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine