Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tewata riyên dewrlêdana gemaroyan bo rejîma Îranê tên daxistin

13:13 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: pesendkiriya nû ya Barak Obama serkomarê Amrîkaê, piştgiriya dewrlêdana gemaroyan ji aliyê rejîma Îranê ve dike.

Wall Street Jornal bilav kir, ku serhişkiya rêberên rejîma Îranê jiyana kompaniyan û herweha xelkê Îranê dixe tehlûkeyê.

Vê rojnamê çendîn kompaniya wek mînak anîne, ku ji aliyê dewleta rejîma Îranê ve bi wan hatiye ragehanadin ku ji koalîte û rêjeya berhemanîna xwe kêm bike.

Kompaniyaya “Bemê Şerq Îzogam” bi mifahwergirtina ji madeya destpêkî ya navxweyî a Îranê li ser daxwaza rejîma Îranê, madên ne sitandard di ciyê madên ku tîne jor, bi kar tîne ku ew yek jî bûye sedema bêkarbûna 175 kedkaran, û karsazên vê şîrketê û kedkarên din jî çar meh e ku heqdestê xwe wernegirtine.

Li gorî rapora sindûqa navdewletî ya diravê, geşeya aboriya dirav li Îranê li sala 2012’an a Zyînî de %.1 bûye.

Nûtirîn pesendkiriya Barak Obama derheq tundtirkirina gemaroyan li dijî rejîma Îranê rewşa rejîma Îranê li warê aborî de nebaştir dibe.