Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

The Spectator: “Danûstandinên Viyenê yek ji mezintirîn derdana siyaseta derve ya welatên Rojavayî bû”

17:18 - 3 Kanûna Paşîn 2022

Rojnamevan û nûserê govara “The Spectator” yê bi navê “Jake Wallis Simons” di lêkolînek li derheq meşa danûstandinan li serdema bi desthilatgihîştina “Joe Biden” nivîsiye ku serkevtiyê wan danûstandinan rejîma Îranê bûye û derdayê serekî, welatên Rojavayî bûne.

Herwisa “Jake Wallis Simons” ragihandiye: “Piştî hevpeyvînek hûr digel dîplomatên agehdar ji meşa danûstandinan, ez gihîştim bi vê encamê ku danûstandinên sala 2021an yek ji mezintirîn derdanên welatên Rojavayî bû, ku bû sedema bi hêzbûna pêgeha bêhêz a rejîma Îranê bo sala 2022an”.

“Jake Wallis Simons” li ser vê bawerê ye ku “Robert Malley” gelek bi nermî digel rejîma Îranê reftar dike û amade ye ke hemû core poenek bi rejîma Îranê bide û bi awayek giştî, welatên Rojavayî hatine ku poenan bidin neku poenan verbigrin.