“The wall Street Journal”ê raporek belav kiriye ku li encama hevpeyînên digel berpirsên Îsraîl derkevtiye ku Îsraîlê ji sala 2017an ve heta niha, zêdetir ji 400 êrîşên esmanî li dijî berjewendiyên rejîma Îranê di Rojhilata Navîn de kiriye.
Pêka vê raporê, rêberên Îsraîlê ew şer wekî “şerê şeran” binav kirine ku armanca wê lawaziya şiyana Tehranê bo derblêdan bi Îsraîlê di dema çêbûna şereke eşkere li navbera herdu aliyan.
Herwisa “The wall Street Journal”ê nîvîsandiye: “Armancên wan êrîşên Îsraîlê, sîstema Berevaniya esmaniya Rûsiyê, binkeyên balafirên bê balafirvan ku ji aliyê şêwirmendên leşkerî yên rejîma Îranê ve têne birêvebirin û sîstema mûşekên kontrolkirî bo Hizbullaha Lubnanê li xwe girtiye”.
Herwisa pêka rapora kompaniyeke şêwrkariya bicihbûyî di Îsraîlê de, di wan êrîşên Îsraîlê de zêdetir ji 300 kesên wekî fermandeyên leşkerî yên rejîma Îranê, serbazên Sûriyê û milîsên girêdayê rejîma Îranê û aliyê kêm 3 kes ji kesên sivîl hatine kuştin.