Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiliyên destê sê ji qurbaniyên dibistana “Şînawê” birîn

15:50 - 16 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: berpirsê nexeşxana Îsfehanê ragehan, tiliyên destê sê ji dersxwanên bûyera “Şînawê” seba zor bûna şewatê birîn.

Malpera “Nûçe Anlaiyn” bilav kir, Firêydûn Abidînî li derheq rewşa dersxwanên Şînawê li nexweşxana Îsfehanê ragehand heya niha rewşa saxlemiya 2 dersxwanên vê bûyerê ber bi başiyê diçe.


Eva li halekê de ye ku hejmarek ji karbidestên rejîma Îranê soz dabûn ku hejmarek ji van dersxwanên ku rewşa saxlemiya van baş nine, jibo derweyî welat bişînin, lê li gor axaftina nûênerê Pîranşehrê li parlimana rejîmê de, ew soza ku dabûn nehatiye cî bi cî kirin û di van dawiyane de ragehandibû ku biriyara han hatiye helweşandin.

Roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, seba teqîna sûbeyekî petrolê, 37 qutabîyên pola çar a seretayî ya dibistana gundê “Şînawê” a bajarê Pîranşehrê bûne qurbanî.


Heya niha du kiçên dersxwan ên bi navê: Sariya Resûl Zade û Seyran Yêgane, seba zor bûna şewatê canê xwe ji dest dane.

Hejmarek ji qutabiyên şewitî, seba rewşa xirab a saxlemîyê jibo nexweşxaneyên din ên Îranê hatine şandin.


Piştî derbas bûna nîzîk bi mehekê ji bûyera agir girtina debistana Gundê Şînawê, heya niha tu nawendek fermî a rejîma Îslamîa Îranê amade nine bersiva malbatên wan qurbaniyane biden.


Berwarê 13’ê Çileya Paşîn a 2013’an, li gundê “Xamsan” a ser bi bajarê Kamyranê, xwendekareka kiç li qonaxa nawendî de bi navê “Azîta Muradî” seba agirgirtina sûbeyekî petrolê a pola dersxwendinê, birîndar bûn.