Kompaniya tora civakî ya “Facebook”ê rûpelên zêdetir ji 100 girûp û hisabên bikarhênerî yên girêdayê rejîma Îranê, Rûsiye, Merakiş û Taylendê, bi sedema ji rêderxistin û rêkxistinan bi yekcarî dayxist.
Roja Çarşemî 3ê Adarê, Kompaniya Facebookê daye zanîn ku zêdetir ji 100 hisabên bikarhênerî û girûpên sexte yên girêdayê bi wan 4 welatan, bi yekcarî dayxistiye ku bi awayê rêkxistinkîrî mijûlê ji rêderxistina xelkê bûne.
Tora civakiya Facebookê di naverasta meha Xezelwera îsal de, ragihandibû ku, hejmarek ji hisabên bikarhênerî yên sexte yên girêdayê rejîma Îranê ku li dijî Îsraîlê çalakî dikirin, ji aliyê wê kompaniyê ve hatibûne dayxistin.
Pêka gotina berpirsên tora cîvakî ya Facebookê, ew torên zaniyarî yên girêdayê rejîma Îranê, bona piştevanî ji xelkê li dijî Serokwezîrê Îsraîl, “Benjamin Netanyahu”, hatibûne çêkirin.
Herwisa di nûtirîn hewla Facebookê de, 185 girûp û hisabên bikarhênerî yên ser bi hêza leşkerî ya Taylendê bi yekcarî hatine dayxistin.
Tora zaniyariyan ya ser bi leşkerên Taylendê ji 77 hisabên bikarhênerî û 72 rûpel û 18 girûpên çalak li Facebook û herwisa 18 hisabên bikarhênerî yên li tora civakiya “Instagram”ê, pêk hatibûn.
Torên civakî yên “Facebook, Twitter, Instagram û …hwd, her heyamê carekê, hejmarek ji hisabên sexte û wan hisabên bikarhênerî ku yasayên torên civakî binpê dikin, daydixin û piraniya wan hisaban ser bi rejîma Îranê ne.