Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tundûtîjiya li hemberî jinan, karekî dijî mirovî ye

13:01 - 10 Kanûna pêşîn 2013

Çeko ehmedi

Beşek zaf ji ayîn û ayînza û rêbazên siyasî û hizrî di manîfêsta xwe de pirsa jinan û wekheviya di navbera herdu regezên jin û mêr de, dixin ber bas û bi awayekî digel vê pirsê berbirû dibin ku, mirov dibêje tewahiya rêbazên fiminîstî ji wan ve çavkanî digirin, lê eva ku li ser rûpelan tê nivîsandin û bangeşe jêre tê kirin, digel kiryarên wan, xwedî ferq û cudahiyek bingehîn e.

Rola herî girîng di peşveçûna jiyana mirovahiyê û berdewamî û cihgirbûna xwezayê li stûyê jinan e, û mirov dikare bêje ku jin hêma û sembola rasteqîn a man û berdewamiya mirov û perwerde û xwezayê ye, û bi dirêjahiya dîrokê jî di vê pêxemê de amadeyî cangorîtî û qurbanîdanê bûye.

Bi nehêlana tundûtîjî li dijî jinan ku weke xuya dike bi dirêjahiya dîrokê karesata han berdewam bûye, piroseyek bingehîn û qahîm dixwaze ku kultura bab û mêrsalariyê were guhertin bo ser hizra wekhevîxwaziya mirovî û bi awayekî giştî guherîn bi ser hizra her du regezên jin û meran de bîne. Mixabin cihê heyirînê ye ku di dema ku tê çavnihêrîkirin ku jin bo vê meremê û bi awayekî ektîv çalakiyan pêk bînin, û bi bê haydarî kultura mêrsalariyê ber bi pêşve dibin û dibin alîkarê tundûtîjiyan.

Gellek caran ev pirsyara tê holê ku gelo hewce ye ku bo gihîştina bi astê wekheviya jin û mêran, kesayetiya jin bi mêrê bê guherîn û pêgeha mêran bi jinan bihê dan, yan dibe jêhatîbûna wan berçav bê girtin, û di wan warên ku dikare bi bandor û erênî bin, bêne bi kar birin.

Mixabin beşeke berçav ji femenîstan bi bê xwendineke hûr û rastbînane û bi bê vê ku bizanin ku sivikatî bi pêgeha jinê tê kirin, hewl didin ku rast wekî xwe pêgeha mêran bidne jinan.

Ew yek jî ji hewla mêrserdestan bo parastina baladestiya heta hetayî ve çavkanî digre.
Di vir di ya ku cihê heyrîmanê ye ew e ku Kurdistan serbarê vê hemû paşvemayîna ku wekî beşên din ên Rojhilata Navîn ji destan de dinalîne, bi nirxandin û dane berhev ya di gel herêman û berçavgiritina rewşa siyasî, aborî, neteweyî û kulturî, em dikarin banga vê yekê bikin ku pêgeha jin li cem Kurdan ji neteweyên din bilindtir bûye, û mînak jî ji vê gotinê re gellek zor in, û yek ji wan handan û piştevaniya yekemîn serkomarê Kurd Pêşewa Qazîmihemed bo hewildana jinan derheq bidestveanîna mafên xwe û nehêlana bîra kevn ya serdestiya mêran bûye.

Em dikarin bêjin ku di nava rêberên Kurd de gellek kes hebûn ku bawerî bi mafê wekheviya jin û mêran hebûne, û di vî warî de pêngavên bihêz hilgirtine, lê bi encam gihîştina tewaya wan pêngavan girêdayî ye bi astê xwesta jinan, û çawanî û çendatiya çalakiyên wan bo nêhêlana kultura mêrserdestiyê, û tundûtîjiya li hemberî jinan. Di dawiyê de hewce ye ku em bêjin ku bikaranîna tundûtîjiyê li dijî jinan dibe sedema lawazbûna astê perwerdehiya mirovî û encama lawazbûna perwerdehiyê jî ji rê derketina takên mirovan, yanî jin û mêran lê dikeve.

Hewildana bo binbirkirina tundûtîjiya li dijî jinan nabe em tenê bêxne stûyê jinan bixwe, belkû eva erka li ser mil mêrên rewşenbîr û azadîxwaz û wekhevîxwaz e ku di warê mirovî de piştgîrî û piştevanê jinan û mafên wan ên mirovî bin.