Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiye daxwaza vegerandina cezayê îdamê dike

14:48 - 11 Kanûna pêşîn 2012

W: Muitesem Nûranî

Rojnameya Gardiyan, gotarek li jêr serxetê Turkiye axavtinê li ser vegerandina cezayê îdamê dike.
Herçend Turkiyre ji aliyekê ve hewil dide ku bibe endamê YE û xwe wek welatek ewropayî dihesibîne, û ji aliyek din ve hewil dide ku bi awayekê pirsa Kurd li vî welatî de ji stûyê xwe derxe, her raê biryarekê dide.

Orhan Welî helbestvanê Kurd li warê her tişt ji nişkêve dibêje ku her tişt ji nişkêve rû dide. Rê, pîşik,xelk...hwd, li vî welatî de evîn û hezkirin heye, ew jî ji nişkêve. Li wan dawiyane de siyaseta Turkiyê berev armancek taybet çûye. Ber bi serhildana hinek hereketên hevşêwe.

Bo yekem car payîza evsal dewleta Erdoxan serokwezîrên welat, gelaleyek behshilgir derheq pêşgîrîkirina ji berxwe birina zarok li zikê dayîkê de, şande parlementoyê û boçûna wî serî negirt û niha jî gelaleyek din şandiye parlementoyê bona vê ku cezayê îdamê dîsan vegere nav destûra bingehîn a wî welatî de. Carek din hemwelatiyên Turkiyê li her cihekê bin serê xwe dixorînin û carek din bîr ji vê dikin ku bizanin bo ew pirsa cihê heyrîmanê hatiye gorê. Bo tewaya ragehandinên giştî û rohnkirinên mîdyayî ên Turkiyê cihê pirsê ye ku gelo hikumet cezayê îdamê wê bikete bendeke destûrî a wî welatî? Heke dike, bo çi niha?

Erw kêşe demekê serî hilda ku Erdoxan destpêka meha borî li civîna AKP de got ku Turkiye divêt cardin cezayê îdamê li destûra bingehîn a wî welatî de danê û piştre dawa li beşdaran kir ku bi eşkere raya xwe derheq vê boçûnê eşkere bikin û ew gotinaxwe jî çend caran eşkere kir.
Pirs ew e ku ew pirsa girîng li cihên giştî de bête ber behs, ew yek li nav xelkê de bûye behsek girîng.

Piraniya lêkolerên siyasî, û mîdyayan jêve ne ku hem bi armanca rakêşana bala cemawerê Turkiyê bo aliyê xwe beriya hilbijartinên serkomariyê li sala 2014 ku renge xwe berbijêr bike, hem Erdoxan dixwaze li gel Kurdan bisaze û vê meselê bike parsenga çareseriya kêşeya Kurd, û bi mafeke kêm Kurdan razî bike, ku eva tu gumanek têde nine ku bas ji cezayê îdamê dike, û kêşeyek bi navê kêşeya Kurd li qopiyekê de gîr kiriye û nahê çareser kirin, Kurdan mafê wan e ku ji vê pirsê nîgeran bin. Kurd ji hikûmeta Turk xatircem nînin, jiber ku piştî avakirina Turkiyê her le gel wan nerast bûne, ew jî neteweyek mezin in li Turkiyê de.

Her piştî axavtina Erdoxan beşek ji girtiyên Kurd dest kirin bi girevê û hêdî hêdî li tewaya girtîgehên bajarên Kurdakincî ên wî welatî de, 700 girtî bo heyamê 67 roj bo sitandina mafên xwe ên rewa dest bi girevê kirin, ew hereketa girtiyan bû xzebateke cemawerî û heta Leyla Zana jina xebatkar ku heyamek zêde li girtîgehên Turkiyê de bûn, û li sala 1995 xelata mafê mirov wergirt û pênc parlementerên dinê jî bi girevê piştevanî ji girtiyan kirin, digotin ku divcêt mafê wan hebe ku li dadgehan de bi zimanê Kurdî ji xwe bergiriyê bikin, rêberê Kurd Ebdulla Ocelan ku sêzde sal e li benda Turkan de ye, li Îmraliyê de were azadkirin, û perwerde bi zimanê Kurd li herêmên Kurdakincî bibe fermî.

Diyare ku girevgirtiyan bi biryara Ocelan dawî bi girevê anîn, ew yek jî derdixe ku xebata xelkê Kurd li bakûrê Kurdistan berheq û rewa ye, û xebata berdewam ya PKK bandorek berçav heye û axavtina Rêzdar Ocelan vê carê jî selmand ku tenê bi qisa wî, girtiyan dawî bi gireva xwe anîn û her ew e jî ku axavtina yekem dike û dewleta Turkiye divêt vê rastiyê qebûl bike ku xebata Kurd li vî welatî de çi li girtîgehan û çi li çiyayan û çi jî li ser şeqaman ji hev cuda nabe. Tenê riya çareya kêşeya Kurd rê çareya aştiyane ye.
www.Guardian.com