Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Turkiye li pey hevalan digere

13:07 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Şehab Xalidî
Hikumeta Turkiyê li gorî yasaya bingehîn ya vî welatî hikumeteke laîk e, û li serdemê Ataturk li ser bingeha cudahiya dîn ji dewletê hatiye avakirin. Kontrolkirina nawendên mesebî, qedexekirina kincên mesebî ji bo ruhaniyan li derveyî cihên mesebî, diyarîkirina rojên kekşemiyan wek rojên bêhnvedana fermî, û herwusa guherîna pîtên Erebî bo Latîn, ji girîngtirîn karên Ataturk bona Laîkkirina sîstema deshilatdariya Turkiyê û yasayîkirina norm û pîvanên Ewropayî di vî welatî de bûn. Lê piştî nemana Ataturk hinek partî ûrêkxirawên Îslamî hatin ava kirin, û bi hewildanek zor karîn mafê beşdarîkirina di hilbijartinan de bi dest bixin. Doma vê pêvajoyê piştî çendîn salî bidestve girtina deshilatê ji aliyê AKP’ê ve lê ket.

Niha AKP dixwaze ku bibe modêlek bo tewaya welatên herêmê, û dixwaze weha nîşan bide ku ew pêşengî û rêbertiya welatên Îslamî ên herêmê dikin û her di vê çarçoveyê de çend salan berî niha Turkiyê bi şandina alîkariyên madî bo rexê Xezeyê û piştî wê, axavtina tund ya Erdoxan bi dijî Îsraîlê li konferansa Davosê, pêwendiya ji mêjîn a di navbera Îaraîl û Turkiyê bo heyamekê têk da û bi vî awayî karî ku bala welatên Îslamî li vê herêmê de bo aliyê xwe rakêşe.
Lê li hember vê siyaseta Turkiyê de Erebistana Siudî ku xwe wek pêşengê tewaya Musilmanên Cîhanê li ser bingeha mesebê Sunnî dizane, li hemberî vê modêla Turkiyê de bûye astengekî micid. Ji aliyekî din ve Îran jî wan serhildanên welatên Erebî wek hişyariya Îslamî û doma şoreşa Îslamiya Îranê dihesibîne, û modêla deshilatdariya xwe wek modêla herî baş bo herêmê nîşan dide.

Ku wusa bû di navbera Îran û Turkiyê de rikeberiyekmicid heye, lê bi sedema vê ku Turkiyê hewcehî bi enijiya Îranê û herweha şandina kalayan bo Îranê wek bazarek germ bo Turkiyê heye, naxwaze ku ew rikeberî rengek eşkere bi xwe ve bigre. Turkiye bona asayîbûna pêwendiyên xwe ên aborî bi Îranê re, heyamekê bû navbeynkar li navbera Îranê û welatên 5+1, li ser pirsa navikî a Îranê di dema gotûbêjan de.
Lê pêwendiya pirr ji evraz û nişîv li navbera her du aliyan de ku di gel avakirina Komara Turkiyê wek sîstema panturkîzmê û bûna endama her du welatan li peymana Sintû de dest pêkiriye, di gel gehîştina pêla Bûhara Erebî bo nav welatê Sûriye, û piştevaniya Turkiyê ji dijberên rejîma Beşar Esed, û danîna sekoya mûşekiya Patiryot di nav xaka Turkiyê de. Êdî ew pêwendiyane bber bi sarbûneke zêdetir ve çûn.

Ji aliyekî din ve jî pêvajoya wan gotûbêjan ku Turkiyê di gel Îmraliyê dest pêkiriye, neyarên aştî û azadiyê, bi taybetî Îranê ji caran nîgerantir kiriye, û heke her du alî wate Îmralî û Turkiye bigîjne lihevhatineke baş, ew yek bêguman li berjewendiya her du aliyên hikumeta Turk û Kurd de dibe.
Ji aliyekî din ve jî Turkiye li hember piştîvaniya bihêz ya rejîma Îranê ji Malikî û bi hinek sedemên din, pêwendiyên siyasî û tîcarî ên xwe di gel hikumeta herêma Kurdistanê ew qas bihêz kiriye ku niha Herêma Kurdistanê ji riya Turkiyê ve petrolê bo derveyî welat dişîne, diyare ew pêwendiya di warê aborî de qazanceke zor digehîne her du aliyan. Lewra her du alî hewil didin ku pirsên navxweyî ên Turkiyê wek pirsa Kurd nebe asteng li ser riya pêwendiyên wan ên bihêz. Di rastî de ew pêwendiya bihêz serokwezîrl Îraqê gellek nîgeran kiriye.
Ji aliyek din ve li Kur5distana Sûriyê reng be PYD astengek micid be li ser riya vê Turkiyeya ku heya niha piştevanê bihêz ê dijberên Beşar Esed bûye. Lewra berjewendiya Turkiyê li ragirtina şer li gel PKK û destpêkirina gotûbêjên aştiyê de ye. Bi vî awayî Turkiye hem dikare ewlehiya welatê xwe biparêze û aboriya wî welatî geşe bike, û ji aliyek din ve dikare di pêşerojêde li gel Kurdên Kurdistana Sûriyê, wek herêmeke otonim pêwendiyeke dostane ava bike.
Bê guman girtine pêş a riya bdiyalogê û avakirina sîstemeke demokratîk ku têde bi bê ferq û cudahî tewaya neteweyan bigîjne mafên xwe, û bixwe qedera xwe diyarî bikin, tenê riya geşekirina welat û baştirîn model bo deshilatdarî li herêmê de, bi taybetî bo Turkiyê ye.