Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tûşbûn bi madeyên hişbir li Îranê di bin 18’e saliyê de zêdetir dibe

20:13 - 25 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Tûşbûn bi madeyên hişbir li Îranê, di nav zarokên kêmtir ji 18 sal temen de, du qat bûye.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia û bi berçavgirtina lêkolînên ku hatinî encamdayîn, ji sala 2002’ heya 2011’an, tûşbûn bi madeyên sirker li Îranê, di nav zarokên kêmtir ji 18 sal temen de, sedî sed zêde kiriye.

Li çav zêdebûna madeyên nakotîk, niha nîgeraniya %90 ji xelkê Îranê madeyên hişbir û tûşbûyîn bi wan madeyene ye, ku heya vê demê rêjeya temen yê kesên 15-19 sal yên giriftar bûyî, sedî 3 ji nifûsa yek milyon û nîv ji tûşbûnê wan madeyan bi xwe digre.

Temenê tûşbûn bi madeyên hişber li Îranê di wan salên dawî de, kêmtir ji 20’ salyê bûye û gihîştiye qutabxaneyan jî. %4 xwendewanên Îranê pêşîneya mezaxtina madeyên hişbir(Şîşe) hebûne û niha jî %1,1 wan zarokan giriftarê mezaxtina (Şîşê)ne.

Di wê peywendiyê de û di wan7 salên dawiyê de, jin du qatên mêran giriftarê wan madeyan bûne û ev rewş her tim ber bi zêdebûnê ve diçe.

Gorî amarên fermî yên sala 2006’an, nêzî %5 ji tûşbûyên bi madeyên sirker li Îranê jin bûne, lê niha wê hejmarê %10 zêde kiriye û di çend salên dawî yê de jinên ku giriftar bi wan madeyan bûne du qat kiriy.

Li gor serhejmariya dawî, yek milyon û 325’ hezar hemwelatî li Îranê madeyên nakotîk dimezxînin ku 700 hezar kes ji wan bo kêfxweşiyê mifah ji wan medeyan dikin.

Di amareke bervajî serhejmariyên Îranê, wezîrê derve yê rejîma Îslamî ya Îranê, giriftarên madeyên hişbir, 1milyon û 350hezar kes destnîşan kiribû û gotibû; 5 milyon Îranî tenê bo kêfxweşiyê madeyên hişber bikar tînin û ew ne tûşbûyên madeyên sirker in.

Di Kurdistana Rojhilatê de bi aşkere belavkirina madeyên hişbir, bi awayekî sîstematîk û bi pîlan, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve tên encam dan.