UNESCO bi berhemanîna girte vîdeoyekê ragihand ku li Îranê de, 5 ziman êdî bikar nayên û metirsiya jibîrkirin û jinavçûnê li ser 24 zimanan li Îranê de heye.
Rêkxirava navnetewî, UNESCO li derheq rewşa zimanan li Îranê de lêkolînek kiriye û pêka wê lêkolînê 2 ziman li Îranê de bi tewawî ji anv çûne ku zaraveyên Kurdî yên “Lişan Dîdan” li parêzgeha Urmiyê, “Hola Lola” li başûrê parêzgeha Urmiyê û bakûrê parêzgeha Sinê, bi tewawî ji nav çûne û êdî ti kesek bi wan zaraveyan qise nake.
Herwisa “UNESCO”yê Îşare kiriye ku zaraveyên “Aramî û Hewramî” di bin gefa jibîrkirin û jinavçûnê de ne, zaraveyên “Cîdî û Wefsî” ku li parêzgehên “Sine, Kirmaşan, hemedan û çend deverên din ên Zagros”ê de ne ku gefa ji navçûnê li ser wan zaraveyan hene û êdî xelkekî gelik kêm bi wan zaraveyan diaxivin ku piraniya zarokên wan jî bi wan zimanan napeyvin û êdî ji wan ziman û zaraveyan wekî jimanê serekî û zimanê dayîkê mifahê vernagirin, ew 14 ziman li rewşa ji navçûnê de ne û zarok wekî zimanê dayikê bi wan zaraveyan hîn nabin.
3 ziman li rewşa herî dijwar ya jinavçûnê de ne ku Talîşî, Xelecî û Tirkiya Xurasanî li xwe digre.
Piraniya wan ziman û zaraveyan li deverên “Zagros û Elborz”ê de ne ku binyata wan li ser zimanê kevnar ê Kurdî ye û rejîmên paşayetî û Komara Îslamîya Îranê jî hemû hewla xwe bona jinavbirîna wan zarave û zimanan dane û hewlên wan hêj berdewam in.