Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

UNHR: Rejîma Îranê mafên mirovan binpê dike

15:08 - 31 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanemdia: Navenda Mafên Mirovan a Saziya Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe ya salane de ji rewşa mafên mirovan di Îranê de di sala 2014’an de heta niha, nigeraniya xwe anî ziman.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, roja Pênşemî 29’ê Çileya Paşîn a 2015’an, Navenda Mafên Mirovan, di belavbokeke 656 rûpelî de ku bi 25’emîn raporta Navenda Mafên Mirovan tê hesibadin, gorî rexnegirtin li rewşa mafên mirovan li Îranê, di dirêjahiya pêla binpêkirina mafên mirovan di sala 2014’an de heta niha, ragihandinek bilav kir.

Di raporta cîhanî a sala 2015’an a Navenda Mafên Mirovan de hatiye ku hêzên tepeserkirî ên Ewlehî, Îtilaatî û Destgehên Dadwerî ên rejîma Îranê hêza xwe bi ser welatiyan de sepandine û di destpêka 2014’an de heya niha tûşî çendîn bûyerên micid ên mafên mirovan bûye.

Li raporta pêdeçûna rewşa mafên mirovan li Îranê piştî hatine serkarê Hesen Rûhanî weke serkomar û di wê pêwendiyê de UNHR ragehandiye ku hêzên Ewlekar û Îtilaata rejîma Îslamiya Îranê, gorî sozên Hesen Rûhanî di rasteya pêdeçûna li ser rewşa mafên mirovan li Îranê piştî hilbijartina serkomarî bi çalakiyê xwe ên tepeserkirinê dirêje dan e.

Navenda Mafên Mirovan a NY gorî raporta cîhanî ya 2015’an a xwe da, rewşa mafên mirovan a 90 welatên cîhanê pêdeçûn kiriye.

Di civîna devreyî a pêdeçûna mafên mirovan li Îranê ku li Jinêvê birêve çûbû, ji aliyê 108 welatê beşdar ve, 291 pêşniya û rêhkar bo rejîma Îranê pejirandin û rejîma Îranê heya kêmtir ji 2 meh din dibe derheq bi birêvebirina wan pêşniyar û rahkarane bersiv dibe.