Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye hatiye mîlîtarîzekirin\\ kiryarên rejîmê gef in li ser hevwelatiyan

16:05 - 2 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê li jêr navê “parastina tenahiya hevwelatiyan”, bajarê Urmiyê xistiye jêr çavdêriyê û tenahî ji xelkê sitandine.


Li gor rapora Kurdistanmedia, rejîma îslamî a Îranê li ser meydan, şeqam û cihên giştî ên bajarê Urmiyê, kamêra girêdane, û hat û çû û karê rojane yê xelkê konterol dikin.
Li gor rapora han, rejîmê bi berfirehkirina gerrên hêzên xwe bi nav bajar de li jêr navê “ewlehiya exlaqî”, tenahiya xelkê bajrê Urmiyê pêtir ji caran xistiye metirsiyê û dilkutek çend qat xistiye nava xelkê de.
Hêzên rejîmê gerrên şev û roj, çawaniya lixwekirina kincan û hîcab berteng kirine û bi tundî li gel ciewanên ku hicaba îsllamî naparêzin berbirû dibin û ev karê rejîmê nîgeranî ji xelkê re pêkaniye.
Bi zêdebûna egera êrîşa nîzamî a Îsraîlê bo ser Îranê, kiryarên rejîma Îranê li deverên Kurdistanê di pêwendî li gel egera her serhildanek xelkê çendqat tundtir bûye.
Li gor rapora “Mêhr”, rejîma Îranê li 300 cihan di sînorên Kurdistanê li deverên parêzgeha Urmiyê pedafendên hewayî cihgîr kirine û bi wî karî jî li jêr navê tenahiya hundir û berhevkirina rewşek saxlem di sînoran de, pêtir ji caran deverên Kurditanê ewlehî û metirsîdartir kirine.