Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye û xwestekên şovenîstî ên hinek kesan

15:22 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Keyhan Yûsifî

Hinek caran divêt rewşeke weha pêk bê da ku nasnameya rastîn ya hinek kesan, yan aliyan eşkere be, yan bi gotineke din rûyê xwe yê rastîn eşkere bikin. Ew rewşa ku dibe sedema vê ku ew di gel heqîqet û rastiyan berbirû bibin û lerizîna sitûnên koşka şik û gumanên bixweçêkirî bibînin.

Urmiye wekî yek ji bajarên Kurdistanê her ji mêj ve wargehê bi hev re jiyana xelkên cur bi cur, bi olên cur bi cur ve bûye. Li rex Kurdên vî bajarî, Azerî, Asûrî, Ermenî, Cihû û peyrewên Ehlê Heq bi hev re jiyan kirine.

Ji tu kesî veşartî nine ku ew bajar cihê jiyana Kurdan bûye, ew Kurdên ku rabihuriya jiyankirina wan di herêmên Mezopotamya û felata Îranê de vedigere bo hezaran salî berî niha, û bi awayekî mirov dikare de’îya vê hindê bike ku xelkên herî xwecihî ên vê herêmê bê guman Kurd in.

Mirovên vê herêmê ew in yên ku wek çiya li hemberî bahoza jînosaydê û şîpelên xwînê de sekinîne û bi wan bahozan jinav neçûne.

Dîrok û rûpelên rastîn ên wê, şahidê vê rastiyê ne ku Kurd ne kesên şerxwaz, û ne jî kesên êrîşkar bûne, belkî di warê berevanîkirina ji welat û kerameta mirovî ya xwe, şervanên herî navdar û di warê bergirîkirina ji nîştimana xwe her di serdemên kevnar de, navê wan li ser zar û zimanan bûye, û hertim xwîna xwe goriyê mana netewe û nîştimana xwe kirine.

Di wan rojên dawiyê de em şahidê hinek êrîşan li dijî Kurdên Urmiyê bûn. Vê carê ne ji aliyê şovenîzma nawendxwaz, belkî ji aliyê zarokê na xelef yê vê tevgerê, wate tevgera pan turkîstî, ku yan dersxwanê xwengeha Axûndê canî Mele Hesenî û yan jî tewawiyetxwazên kirêgirtî ne. Hêceta wan jî posta parêzgariya parêzgeha Urmiyê û propagendeya danîna yek ji Kurdan di vê postê de bû, Kurdek ku ne nûnerê xwestek û daxwaziyên neteweya Kurd e, belkî kesek e bi nasnameya girêdayîbûna bi tevgera bingehxwaz a hikûmetî.

Destên pişt perde cardin toyê nakokiyê çandin û hinek şevnameyên faşîstî di nava bajarê Urmiyê de bilav kirin. Ew şevnameyên ku fetwaya biyom ya cîhada Xomeynî li dijî neteweya Kurd di destpêka şoreşê de tîne bîra me.

Ew şevnamenûsên ku li hemberî hişikbûna gola Urmiyê û guherîna wê golê bi çavkaniyên xwê, rehet û asûde rûniştine, û heta tenê amade ninin ku peyva “gazinde” li hemberî zuhabûna gola Urmiyê de bi kar bînin, niha çi qewimiye ku dîsan şûrê cesûriya xwe li dijî xelkê Kurd derxistine?

Ew Kurdên ku bê guman meztirîn goriyên cînayetên rejîma nawendxwaz in. Kurd û neteweyên din ên akinciyê urmiyê û bi taybetî Azerî bi sala ye ku di vî bajarî de bi hev re jiyanê dikin, û Kurdan jî tu carî êrîşî ser mafên wan nekiriye.

Lê gelo çima şevnamenûs Urmiyê jî wekî Kerkûk û Qerebaxê dihesibînin, ew yek eşkere ye û mirov dikare ji du dîtingehan ve bersiva vê pirsê bide.

Ya yekemîn ew e ku ew şêweya propagendeyê hemen siyaseta kevn ya “Nakokî û netebahiyê bêxe navberê û bi xwe jî deshilatdariyê bike” ye, ku bi salan e di gotara navendxwaziyê de ew yek xûya dike. Yan jî nûserên wan şevnamenûsan xwe baş nas dikin û bi baştirîn şêwe, faşîzma cihgirtî di mejiyê xwe de zelal û eşkere kirine ku di rastî de ew şêwe dîtingeha di cîhana îro de ne tê qebûlkirin, û ne jî akinciyên Urmiyê çi Kurd û çi jî xeyrî Kurd vê yekê qebûl dikin.
Lihevhatina di navbera Komara Kurdistan û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê di sala 1325 (1946) de, paradaymeke bona bi hev re jiyana Kurd û Azeriyan di Urmiyê û bajarên din ên Kurdistanê de, ku ji bilî Kurdan xelkekî din jî tê de jiyan dike. Ji bilî vê yekê baskirina ji her cure gelaleyeke tewawxwazane tenê dikare gumanek be ku mejiyê afirînerê vê gelaleyê di nava cîhana xewn û xeyalan de bihêle.

Her pêngavhilgirtinek di warê bidestveanîna mafê neteweyên belengaz û zulimlêkirî di Îranê de û demokratîzekirina hikûmetê bê guman hewcehî bi hevkarî û lihevkirinê û bi fermînasîna mafên yektir e, ji bilî vê yekê tu îdiayek nikare bibe xwestekek rewa û encameke pozetîv hebe.

Aştiya erênî bo neteweyên akincî di Îranê de pêwendiyeke du alî di gel tabkirina hevdu heye û ew tabkirin nikare bi berçavnegirtina mafên destpêkî ên aliyê hember bihê cîbicîkirin. Li ser vê bingehê reftar û helwesteke weha tenê dikare avê berde ser aşê hikûmeta navendî, û temenê deshilata gotara navendxwaz dirêj bike.