Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ 600 gund hewceyî nojenkirin û veguhastine heye

15:55 - 19 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi sedema bûyerên xwazayî û tirsa wan qezayane bo rûniştiyên gundên parêzgeha Urmiyê heye, 600 gund hewceyî bi nojenkirin û veguhastinê heye.

Li gor raporta nûçegihaniyên hundirî welat, 600 gund li parêzgeha Urmiyê hewceyî bi nojenkirin û veguhastinê heye û tirseke micid li ser rûniştiyên wan gundane ye.

Serbarê vê yekê ku ew gundane di metirsiyê de ne û rêveberên rejîma Îranê jî tu hewlekê bo çareseriya wan arîşe û pirsgirikane ku îtimala lehî, hiloşana çiyayan, herifîna malên kevin û ....hwd heye, nadin.

760 gundên parêzgeha Urmiyê tirsa erdhejiyê li ser e, lê tu hewlekî navendên rejîm ên wî warî bo dabînkirina kêmasiyên wan deveran ku tirsa erdhejiyê li ser e, nadin.

Li gor amarên ku pêştir hatine bilavkirin, 2793 gundên vî parîzgehî tirsa bûyerên xwazayî heye û di egera qezaya siroştî de jî karesata mirovî jî heye.

Herwuha 571 gund tirsa lehiyê li ser e û 80 gund li hatine parastin.