Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Hemwelatiyeke din yê Kurd hat girtin

19:55 - 13 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê hevwelatiyeke Kurd xelkê bajarê Urmiyê binçav kir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hemwelatiyekî Kurd xelkê bajarê Urmiyê bi navê Bêhrûz Ednanî xelkê gundê Gengeçînê ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê ve hat girtin.

Çavkaniyekî hayîdar ji wê meselê bi nûçegihaniya Kurdistanmedia ragihand: Hêzên Ewlehî yên rejîm di demekê de êrîşkirine ser mala hevwelatiyê han yê Kurd ku jin û xzarokên wî li mal de bûn e û bêhurmetî û nêrêzî bi jin û zarokên Bêrûz kirin e û dirsandin e.

Herwiha ew çavkaniyê ewa jî xiste ber bas: Hêzên Ewlehî di heftiya derbasbûyî de çendîn car êrîş kirine ser mala Bêhrûz Ednanî û serbarî bêrêzîkirina bi xwe û malbata wî, gefa destbiserkirinê jî lê kiribûn.
Hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê cara dawîn ku êrîşkirin e ser mala hemwelatiyê han ligel berewaniya jin û zarokên wî rûderû bûn, bi awayekê ku îzin nedabûn ew hêzane biçine jûr, lê ew hêzane li ser dîwarê malê de çû naw malê û hemwelatiyê han yê Kurd girtin e.

Şepola destbiserkirina hevwelatiyên Kurd li bajarê Urmiyê paş ewê ye ku hejmarekî zaf ji hemwelatiyan û xwendekarên Kurd di vê bajarê de, li hembera kuştina Şeyda Hatemî narizayetiya xwe derbirîbûn.

Sedema girtina Bêhrûz hemwelatiyê Kurd ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve nehatiye ragihandin.

Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha Reşemeya 1392\'a Rojî ve heya 22\'ê Reşemeyê, 15 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.