Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Rejîma Îranê ji riya kirêgiriyên Azerî ên xwe ve hewla kirîna zewiyên Kurdan dide

15:48 - 28 Tebax 2014

Kurdistanmeida: 3 kes ji dest û pêwendiyên rejîma Îslamî a Îranê li nahyeya Silîwana li bajarê Urmiyê zewî û milkên Kurdan dikirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, li nahyeya Silîwana ya ser bi bajarê Urmiyê 3 kes ji Azerî ziman xelkê bajarê Erakê li parêzgeha Merkezî zewî û baxên hemwelatiyên Kurd yên wî nahyeyê dikirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê bi siyateta sîstimatîk a xwe ya dijî kurd, ji riya dest û pêwendiyên xwe ve ku Azerî ne, heyameke dest bi kirîna zewî, milk û baxên hemwelatiyên Kurd li deverên bajarê Urmiyê kiriye.

Hemwelatiyekê hayîdar ji vê mijarê bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehand: Li nahyeya Silîwana ya ser bi bajarê Urmiyê, çend Azerî zimanek ku xelkê bajarê Erakê ne bi pereyeke zaf ji hemwelatiyên wê deverê zewî û baxan dikirin û qorix dikin.

Ew hemwelatiye Kurde ku nexwast navê wî bê eşkere kirin, got: Rejîma Îslamî a Îranê ji riya kirêgirtiyên xwe ve heyameke dest bi kirîna milkên Kurdên deverên Urmiye daye û bi pêşniyar kirina pereyeke zaf bi zewî û baxên Kurdan dikin û piştre wan milkane dikirin û qorix dikin.

Di wê pêwendiyê de, rejîma Îslamî ya Îranê heyameke ji riya kirêgirtiyên Azerî ziman ên xwe ve dest bi kirîna milkên Kurdan li şehreka Rajanê di bajarê Urmiyê de kiriye.

Çend rojeke 18 kes ji Azerî ziman ku xelkê bajarê Zencanê û kirêgirtiyên rejîma Îslamî a Îranê ne li şehreka Rajanê dest bi kirîna zewî û milkên rûniştiyên wî şehrekê kirine.
Ew kesên ku wan zewî û bax û milkên Kurdên bajarê Urmiyê dikirin ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ne û bi diravê rejîmê wan zewiyane dikirin û qorix dikin.

Rejîma Îslamî ya Îranê li şehreka Rajan, li ser bendava Bend, gundê Nuşan, nahyeya Silîwana û deverên din ên Kurdan, bi her awayekê ku bibe, zewî û milkên hemwelatiyên Kurd dikire û paşan qorix dikin.

Rejîma Îslamî a Îranê bi wan siyasetên xwe yên sîstematîk hewl dide ji riya Azeriyan ve deverên Kurd bikre û piştre di navbera wan her du neteweyane Kurd û Azeriyan de alozî û ajawegeriyê çê bike.