Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vayrosa ADÎS li parêzgeha Sine zêde dibe

19:24 - 30 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Li parêzgeha Sine heya niha nêzî 500 kes, tûşî vayrosa “ADÎS”ê bûne ûdi demekê de ku mehê 2 heya 3 kes bi wê nexweşiyê zêde dibin.

Nûçegehanên hundirîn ji devê cîgirê birêveberê tendurustî yê parêzgeha Sine dibêje: “Heya niha nêzîk bi 500 kes di wê parêzgehê de tûşî nexweşiya ADÎS bûne, ev jî di hemekî de ku heyîvê 2 heya 3 kes bi tuşbûyên wê nexweşiyê zêde dibin.”

Li gor lêkolînan, zortirîn sedemên tûşbûn bi wê nexweşiyê, peywendiya destdirêjî a ne saxlem, derzî lêdan bi sorengên hevpar li nav kesên tûşbûyî bi madeyên hişber, hatiye ragehandin.

Di welatê Îranê de, li gor sehejmariyên fermî ku hatine bilav kirin, herî kêm zêdeyî 100 hezar kesên nexweş yên “ADÎS”ê hene û tûşbûn bi vayîrosa HIV ji riya madeyên hişber yên pêşeyî û hebên serxweşker ve çê dibe.

Serhejmariya han ya rejîma Îranê nîşan dide ku piraniya kesên ku nexweşiya ADÎS hene hest bi nexweşiya xwe nakin.

Nûçegehaniya “Îsna” bilav kiriye, piraniya zarokên ser rê û kolanan ji riya destdirêjiya cinsî ve ligel nexweşiya ADÎS rûderû bûne ku ev rêjeye %88 mêr û %11 jin bi xwe digre.

Li Îranê , bi sebeba nebûna bingeh û navendên peywendîdar bo şareza kirina xelkê derheq wê nexweşiyê, herwisa hewl nedan bo peyda kirina çareser kirinke bicî bo pêşîgirtin ji destdirêjiya cinsî ya nesaxlem bûne sedemên vê hindê ku sal pey sal rêjeyeke zor ji hemwelatiyên Îranî tûşî nexweşiya “ADÎS”ê bibin.