Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguheztina hêzên Sipahê ji Şîrazê ve bo Merîwanê

17:09 - 18 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Hevdem tevî zêdebûna gefan li ser rejîma Îranê, li devera Merîwanê Sipaha Pasdaran dest bi komikrina hêzên Sipaha Pasdaran kiriye.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, rejîma Îranê Gurohanek ji hêzên Sipaha Pasdaran ji Şîrazê ve bo devera “Kanî Xiyaran” a ser bi Merîwanê veguheztiye. Hêza han li wê deverê dest bi avakirina çeperan kiriye û bo heyamê 4 mehan li wê deverê dimînin.
Gotin û ra, herweha siyasetên şaş ên desthilatdarên rejîma Îranê di pêwendî li gel pirsên deverî û cîhanî bûye seba egera şerrek mezin di deverê de.
Siyasetên şerrxwazane ên rejîma Îranê berdewam gefek li ser wî welatî bûne û hertim Îran di egera şerr de ragirtiye.
Komkirina wê hêza Sipaha Pasdarn li Merîwanê jî dikare yek ji kiryarên rejîmê li hember egera kiryarek nîzamî ji aliyê yek ji dewletên dijberî rejîmê be.