Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Washington: “Rejîma Îranê welatiyên xwediyê du regezname bi tohmeta sîxurî binçav dike”

18:40 - 24 Nîsan 2022

Wezêrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinkin”, li ser rûpela xwe ya “Twitt”ê nivîsiye, rejîma Îran malbatên du regezname wekî kartek givaşê bikar tîne û 4 sal e ku malbata girtiyê du regezname “Îmad Şerqî”, çavnihêrê azadkirina wî ji girtîgehê ne.

“Antony Blinkin” daxwaz ji rejîma Îslamî ya Îranê kiriye ku dest jî wan kiryarên nemirovane berde û wî girtîyî ji girtîgehê berde.

Herwia Senatorê Komarîxwaz ê Amarîkayê “Marco Robbio” di peyameke “Twitter”î de binçavkirina wî girtiyê du regezname li girtîgeha “Êvîn”ê bi bê dadperwerî binav kir û daxwaza azadkirina lezgîn a “Îmad” kir.

“Îmad Şerqî” yek ji çar welatiyên Îranî-Amrîkayî ye ku di Îranê de hatiye binçavkirin.

Heyamek e ku dosyeya navbirî digel 3 girtiyên du regezname yên bi navên “Baqir Nemazî, Siyamek Nemazî û Murad Tehabaz” ji aliyê rejîma Îranê ve li meşa danûstandinên Viyenê wekî kartek givaşê mifahê lê werdigire.