Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wê çi bê serê Îraq û Sûriyê?

13:32 - 24 Kanûna pêşîn 2015

Arif Vêlzî

Herçend hêj nexûya ye ku girjî û aloziyên Rojhilata Navîn û bitaybetî Sûriye û Îraq wê çi lê bê û, bi kîjan arasteyî de wê herin û, çawa û kengî armancên xwe bihingivin. Tenê eva ku di van çend salên derbazbûyî de me di wan du welatan de dît, şer û milmilanê ya welatê herêmî û cîhanî û li serweyî hemûyan Komara Îslamî ya Îranê bû, di pêxema parastina berjewendiyên xwe di wan du welatan de ku, rûbera wan di warê jêopolitîk de pir stratejî ye.

Komara Îslamî ji rêya Spaha Quds û pêgeh û nifûza xwe ya di nava Şî’eyên Îraqê de, karî ku piştî herifîna rejma Be’is ya berê, dest bi ser deshilata siyasî di Îraqê de bigire û, piştî ku girjî û aloziyên di Sûriyê de derketin holê, bi piştevaniya ji sîstema daxistî yê Be’isa Sûriyê û, rakêşana Hizbulaha Lubnanê bo nava qada şer û pevçûnan û herweha, pişikdariya Rûsiyê di wan aloziyan de, rûçika sitratejiya Komara Îslamî û Rûsiyê di herêmê de derxist. Sitratejiyek ku armanca vê yê dawiyê, parastina yêkpareçyîya axa Îraq û Sûriyê ye, wate parastina du berjewendiyên hevpar bi du meremên cuda ku ya yekem, di berdewamiya take binkeya siyasî û erdî ya Rûsiyayê di Rojhilata Navîn de wate deshilata beşar Esed û yekparçeyîya axa Sûriyê de xwe derdixe û, ya dûhemîn jî, destê Komara Îslamî ji rêya yekparçebûna axa Îraq û piştre Sûriyê, bona bidawî anîna pirojeya “Hilala Şî’e” û qada manordan û destêwerdanên vê di karûbarên welatê Sune meseb ên herêmê, bi dirêjahiya sînorên Sûriye û Îraqê vekirîtir dike.

Lê di van çend heyvên derbazbûyî de, dûredîmena kirîza Sûriyê bi hemû aliyan ve ,û belavbûna nûçeya lihevkirina Amerîka û Rûsiyê li ser pêşeroja Sûriyê ji aliyekî, û ji aliyê din ve dûrkevtina zêdetir ya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Nawendî ya Bexdayê û, geşekirina destêwerdanên Komara Îslamî di hundir Îraqê de û hevdem, hatina hêzên Turkiyê bo nava axa Îraqê û cihgîrbûna wan li derdora Mûsilê ku di warê nifûs de parêzgeha herî mezin yê Suneyên Îraqê ye û, herweha asayîkirina têkiliyên siyasî û dîplomatîk ên di navbera welatên Turkiye û Îsra’îlê de û li serweyî hemûya, pêkanîna “Hevpeymaniya Îslamî li dijî terorîzmê” bê pişikdar nekirina Komara Îslamî û Îraq û Sûriye û Omanê, bêguman hilgirê peyamek zelal û eşkere ye.

Ev jî ev e ku tê pêşbînîkirin, piştî lihevkirina di navbera Rûsiye û Amerîkayê de, axa Sûriyê biser du an jî sê herêman ku dewletên cuda de bê parvekirin û di vê navberê de, serbarê wan hemû xerc û têçû û herweha leşkirên ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin, tenê serê Komara Îslamî bê kum bimîne.

Lê peyama girîng ya wan hemû guherînkariyan ku li serve me bas kir ev e ku, hatina hêzên Turkiyê bo Mûsilê û çekdarkirina eşîrên Sune li parêzgehên Enbar û Tikrît û Îraqê bi giştî bi Kurdan jî ve, û herweha lihevkirina Amerîka û Rûsiyê û piştre pêkanîna “Hevalbendiya Îslamî li dijî terorîzmê” û, gellek sîgnalên din ku di hevkêşeyên di navbera aliyên siyasî ên Îraq û Sûriyê de tên berçav, vê yekê dibêjin me ku, pirojeya avakirina herêmeke Sune meseb li Îraqê û li kêleka Herêma Kurdistanê di holê de ye, yan ku bi wateyek din li pişt perdeyê hewla parvekirina axa Îraqê bi ser sê herêm an ku sê dewletên Kurd û Şî’e û Suneyan de tê dayîn.

Lê pirsyar ev e ku hewla parvekirina axa Îraq û Sûriyê bi çi meremekê tê dayîn?

Bê guman bi vê wateyê tê ku parvekirina axa Sûriyê û bitaybetî Îraqê, di encama lihevkirinekî herêmî û tenanet cîhanê wê bê encamdan, jiber ku take rêya emelî ye ku di rewşa niha de, di despêkê de rêya erdî yê têkiliyên di navbera Komara Îslamî û hevpeymanê wî, wate Hizbullah û Sûriye û Felestîn û heya radeyekê jî Şî’eyên Yemenê li herêmê diqetîne û, hevdem Komara Îslamî ji sînorên welatên Sune meseb ên herêmê dûr dixe.

Jiber ku hekî bê û careke din deshilata tewahiya rûbera axa Sûriyê bikewe destê Beşar Esed de û, li Îraqê jî bikewe destê hikûmeta Şî’e ya bexdayê, eva rasterast Komara Îslamî dibe cîranê welatên Si’ûdiya, Ordon, Kowêt û tenanet bi awayeke din jî welatên Îsra’îl û Misrê jî. Eva jî zengeke bitehlûke ku bêguman tu yek ji wan welatan qebûla wê gefê li bin guhê xwe nake.

Lewra bona parastina rewşa ewlehiya niha di Rojhilata Navîn de û, herweha kurtkirina destê têkderane ya Komara Îslamî, parvekirina wan du welatan bijardeya herî baş e ku, sê mifah û qazancan bi dû xwe re tîne.

Mifaha yekem ev e ku, careke din ewlehî wê li herêmê cihgîr be û xelkê wan welatan careke din ji nû ve jiyana xwe ya asayî dest pê bikin û, ya dûhemîn ev e ku mafên kêmaniyên mesebî û netewî ên wan du welatan ku bi salane di pêxemê de xebat û tekoşîn meşandine wê misoger be û, ya sêhemîn jî ku ji hemûya girîngtir e ev e ku, destê Komara Îslamî bi tewahî ji destêwerdana di welatên herêmê û cîhanê de kurt dike û herweha bi ducarîkirina ezmûna şikestxwarî ya li Bosnî û Hirzêgowînê, serbarê wan hemû têçû û xercên ku di dehika derbazbûyî de, li du welatên Sûriye û Îraqê de hatine xerckirin, dîsan jî serê vê bê kom dimîne û eva jî di rewşa niha ya Îranê de, derbeke giran e ku ji aboriya vê tê dayîn.