Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê kar yê rejîma Îranê gotiye: Siyaseta me hinartina kesên bêkarê bo welatên din e

12:36 - 7 Adar 2022

Wezîrê Kar û xweşbijêviya civakî yê Rejîma Îranê “Hucetella Ebdulmelekî” di bin navê “Siyaseta Eqtisada Miqawimetî” de gotiye: Siyaseta ku em di wezaretxaneyê de bi rê ve dibin, hinartina hêza karî ya bêkaran bo welatên din e.”

Navbirî gotiye ku: “Em dixwazin ew kesên bêkar bişînin bo welatên din û fêrî kar û pîşeyên teknîkî bibin û carek din bizivirine bo Îranê” .

Gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku nirxa bêkariye berdewam bilind dibe û berpirsên rejîmê bo çareserkirina vê pirisgirêkê ti rêçareyek tinînin. 

Pêka amarên fermî yên rejîma Îranê nêzî 2.4 Miliyon kes di Îranê de bêkar in û 2.2 miliyon kesên din karek berdewam nînin û herwisa 2 miliyon kesên din jî, li peydakirina kar bêhêvî bûne. 

Lê di rastî de bazara kar di Îranê de, di rewşek nebaş de ye û rêjeya bêkarî çendîn qat zêdetir e ji wan amaraneyên ku rejîma Îranê belav dike.