Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wî tovî wê her ev berhem jê şîn be

12:54 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Ebdulla Hicab


Diravê Îranê bi lez nirxa xwe li himber diravên xwedî hitbare cîhanî ji dest dide. Bazar baweriya xwe bi sozên dewletê nayne û kiryar û firoşiyar bi guman dikevin bazara kirîn û firotinê. Bihayê hewceiyên rojaneye xelkê roj bi rojê zêde dibe û xuyaye ku kontrola dewletê bi ser abûriyê de gihaye asta herî nizim. Serêşa serekeye xelkê Îranê niha ewe ka gelo heya ku wê bikaribin taba wê rewşê bînin.


Xerabûna rewşa jiyana xelkê û tevliheviya ku îro li bazara Îranê serîhildaye, ne diyardeyek ecêb û ne jî bûyerek ji nişkave bû. Ev rewş encama siyaseta şaşe abûriye karbidestên Komara Îslamî ye ku her ji roja yekê ya deselata xwe ve siyasetek girtin pêşiya xwe ku jiyan û hewcedariyên xelkê pişt guhê xwe ve davêje. Ji ber ku, li gor danerê rêjîmê Xumeynî, xelkê Îranê şoreş nekir ji bo ku zebeşan bi dest bixin, an nanê wan erzan bibe, ewên ku wisan difikirin, çi cudahiyê di navbera mirovan û heyvanan de nabînin … xelkê Îranê ji bo tiştek din şoreş kir û xortên xwe dane kuştin (jêder Sehîfeya Nûr, pirtûka 9 rûpelên 449-450). Rêrevên xumeynî û darêjerên siyaseta abûriye Komara Îslamî li ser bingeha wê nêrînê siyaseta abûrî datînin. Lewma ne ecêb e ku niha rewş gîhaye wê astê ku êdî bi rastî bihayê nanê rojane, û tenê nanê tirsî, ji bo gelek ji malbatên welat bûye serêşiya herî mezin.


Çavkaniya sereke ya pirsgirêka abûriye Îranê siyaseta giştiye rêjîmê û bi wê ve jî girêdayî siyaseta abûriye wê ye. Kontrola Sipah u Bunyadên girêdaî bi Xameneyî û Sipahê Pasdaran ve bi ser abûriyê de, pêşî girtin ji vegeşîna abûriya xwemalî, guhnedan bi pilansaziya li gor şiyan û viyana abûriye civakê, destbelaviya diravî di warên bêxêre weke pêşve birina îdeolojiya rêjîmê di asta navneteweyî de, lewçetiya siyasî ku dijkiryara tunde navneteweyî hildide himberî xwe û damezirandina bingehehek abûrî ku tu berhem nayne û tenê bikar tîne, hemû bûne heger ku rewşa niha serî hilde.


Lê di rastiyê de 3 faktorên; sîstema abûriye welat, siyaseta şaşe abûrî ya Ehmedînijad û dorpêç an herimandinên navneteweyî rewşa niha pêk anîne. Bi awayekê ku êdî niha ben ketiye qirka Komara Îslamî û bi wê riyê ve jî rewşa jiyana xelkê gîhandiye asta herî xirab.


Di destpêka deselata Komara Îslamî de, di gel şaşitiyên di warê siyaseta abûrî de, kontrola rewşê ji destê karbidestan derneketibû û jiyana abûrî bi her şêweya heyî diherikî, ji ber ku weke gotî “aşê nezanan Xweda digerîne”. Lê niha êdî tesma aş ji reşmê verisiyaye û Komara Îslamî bi astengiyekê re rû bi rû ye ku ne dizane û ne jî dikare xwe jê xelas bike.

Abûriye welat piştî guherîna rêjîmê li sala 1979/1357 tenê xwedî guherî, lê sîstema abûrî neguherî. Sermayedarên mezin hinekan bi sermayeya xwe ve û hinekan jî tenê bi malbata xwe Îran bi cî hêlan û bi xwe re zaniyariya li ser şêweya birêvebirina abûriyê jî derbasî derveyî welat kirin. Kargeh û sermayeya hinekan kete destê karbidestên nûye welat ku beriya hindê ku bi pisporiyê abûriya welat birêve bibin, ketin hizra hindê ka çawan berîkên xwe tije bikin.


Serbarî wê hindê jî karbidestên nû abûriya welat xistin bin kontrola kartêlên nûdamezirî ku li jêr navê Bunyadên cuda cuda, her yekê sîstemek abûriyê pêşve birin. Xala hevbeşe hemûyan ev bû ku piraniya qazanca ku li ber dizî û destpîsiya birêveberên nû dima didan dezgehên girêdayî bi rêberên olî yan Muctehîdan, ku ewan jî ew sermaye bi dilê xwe ji bo pêşve birina meremên xwe yên îdeolojîk bikar dianîn. Di encama wê siyasetê de, sîstema abûriye Îranê bû sîstemek tucarî û ji avakirina pîşesaziya bingehîn ku dikarî bibe binesaziya abûriya welat dûr ket.


Pir nekêşa ku bi kêmî 80% hemû dewlemendiya welat û diravê ku dirije bazarê, an kete destê karbidestan an jî bi riya wan re herikî bazarê. Kartêlên mezine girêdayi Sipahê Pasdaran û Bunyadên girêdayî Xameneyî hema hema bi yekcarî dest bi ser hemû warên abûrî de girtin.


Ew xwediyê tewaiya hînan û hinartina bo navxwe û derveyî welatin an yekser wê beşê kontrol dikin. Sipah û ev bunyad bi giştî li sê mijaran difikirin; bi destxistina bi leze dirav bêy ku sermaye razandibin, xurt kirina şiyana leşkerî ji bo pêşve birina armancên leşkerî û xurt kirina hevbîr û hevrêbazên xwe li herêmê û cîhanê ji bo pêşve birina îdeolojiya Komara Îslamî.


Nîşaneyên xitimîna sîstema abûriye Îranê di dema serokkomariya Refsencanî de derketin. Lê ji ber ku hê daxwaziyên xelkê negîhabûn astek bilind û pêwîstiya welat kêmtir bi teknolojiya hevdem û emrazên pêşketî hebû, di heman demê de ji ber ku diravê belaşe neftê weke lehiyê dihate xizîneya dewletê, pirsgirêkên zêde derneketin. Refsencanî her wisan deriyê bazirganiyê bi ser derve de vekir û rê da ku hin sermayedarên pêşîn an vegerin Îranê an sermayeya xwe derbasî bazara Îranê bikin.


Piştî Refsencanî, Xatemî jî ew rêçik berdewam kir. Lê hêdî hêdî ew siyaset jî gîha xeta dawiyê. Di wan salên dawî de dema ew şêweya birêvebirina abûriya welat kete nava tengasiyê û xwe li himber deriyek nîvgirtî de dît, Ehmedînijad bû Bilqasim û bi ya xwe riya çareseriya tengasiya abûrî ji bo rêjîmê diyar kir. Li gor wî, pirsgirêk ne di sîstema abûrî de, lê di rola dewletê di birêvebirina abûriyê de bû.

Pilana sereke ya abûriye Ehmedînijad ev bû ku piştgiriya dewletê ji bo hin hewceiyên jiyana xelkê weke sotemenî, şekir û hin xwarinan bisekinîne. Li gor wî ev alîkarî dibû heger ku bihayê hin tiştan bi awayek destçêker li asta nişîv bimîne û abûriya welat nekare bikeve nava sîstema kêbirkêyê de. Lê wî dizanî ku qut kirina alîkariya dewletê ji bo wê beşa bazarê wê hemû civakê tevlihev bike. Lewma sîstema alîkariya malbatan ku bi xwe dibêjê “Yarane” ava kir. Lê ji ber ku ne qut kirina alîkariya dewletê bi bazarê re an sîstema sûbsîdiyan û ne jî alîkariya bi malbatan re li gor pilanek jêfikiriye abûrî bû, her du siyaset xitimîn. Êdî hem giranî zêde bû û hem jî sîstema Yaraneyan nekarî bersiva hevceiyên jiyana xelkê bide.


Li navxweyî welat baweriya xelkê bi sîstemê nema. Dijberiyên ku pêştir ji ber sedemên siyasî û li deverên derveyî bazneya deselatê ji ber sedemên neteweyîi xurt bûn, wê carê ji ber hegerên abûrî dubare serî hildan. Lê rêjîmê pir zû bi alîkariya dezgehên serkutker nerazîbûnên nava civakê fetisand. Her çend ew dijberî û nerazîbûnane bi dawi nehatin, lê rêjîmê tu derfet neda ku aliyên nerazî xwe bi rêkxistin bikin an bikevin pêşbirkêya siyasî. Li aliyek din ve baweriya bi bazarê jî nemabû. Êdî dema bêbaweriya bi bazarê, sîstema abûriye welat û dijberiya bi rêjîmê re gîhan asta herî bilind, asayî bû ku sîstema abûriye welat bikeve ber babelîska qederê.


Serbarî wan şaşitiyan, siyaseta derveye rêjîmê jî hem bo civakê û hem bo abûriya welat bû bela. Komara Îslamî li ber serhişkiya ku di siyaseta derve de dimeşîne û piştgiriya xwe ji bo alî û hêzên dijdemokratîk ku piraniya wan bi riya tundutîjî û terorê siyaseta xwe pêşve dibin, beşek ji sîstema cîhanî jî bi xwe re kiriye dijber. Piraniya welatên Rojavayî û bi taybet Amerîka wê siyaseta Îran ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî û cîhanî asteng dizanin.

Lê ji hemûyan bi meraqtir Îsraîl e ku gef û siyaseta zêdegave Îranê li herêmê ji ewlekarî û pêşeroja xwe re gefek mezin dibîne. Lê Îran baş dizane ku di rewşa aloze îroye cîhanê de, renge hêzên dijbere wê nekarin bi hêsanî bêne ser. Ji ber wê hindê hindî li destan bê, siyaseta xwe ya li ser bingeha alozî, şer û şiltaxiyê hatî damezirandin pêş ve dibe.

Di rewşek wisan de tenê emrazê ku Rojava dikare niha li hember Îranê bikar bîne, zextên abûriye. Bi wê mebestê heya niha çend xelekên herimandinên abûrî danîne ser Îranê ku embargoyên wê dawiyê yên herî bi karîgerî bûn. Bi taybet guwêşên li ser sîstema bankê û wê dawiyê jî biryara Yêkitiya Ewrûpa ji bo pêşîgirtina kirîn û firotina keresteyên beşa neft, gaz û enerjiyê zêdetir çavên rêjîma Îranê zil kiriye. Bi awayekê ku berdewamiya wê rewşê dikare qedera rêjîmê biguhere.

Niha kontrola dewletê bi ser bazarê de gîhaye asta herî nizim, diravê Îranê roj bi roj pitir bênirx dibe, bihayê hewcedariyên jiyana xelkê her tê û zêde dibe û dahata xelkê an her li ciyê xwe sekiniye an hê pitir daketiye. Bi kurtî abûriya Îranê weke reniya devbiharê ku her rojê egera şimitîna wê heye, li ser lêva Kendal e. Ya ku ciyê metirsiyê ye ewe ku ew renî beriya ku sîstema siyasî bi xwe re biherifîne, rewşa jiyana xelkê bi awayekê serubin bike ku civak bi salan nekare li bin barê wê zextê de, pişta xwe rast bike.