Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamneyî ji Sipaha Quds xwastiye ku Beşar Esed biparêze

15:32 - 23 Tebax 2012

Kurdistnamedia: Rêberê rejîma Îranê, Elî Xamneyî daxwaz ji Sipaya Quds a ser bi Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê kiriye ku bi kiryarên terorîstî ên pêtir li dijî Rojava û hevpeymanên wan pêşî ji hiloşîna rejîma Beşar Esed bigrin.


Rojnameya Telegiraf a Lendenê wergirtî ji çend çavkaniyên nûçegihaniyên Rojavayê belav kiriye ku Xamneyî li Tehranê daxwaza civînekê li gel Encumena Ewlehiya Netewî a Îranê kiriye ku rapora kartêkeriyên hiloşana rejîma Esed li ser rejîma Îranê binirxîne.
Di rapora han de ku ji aliyê Xamneyî ve hatiye serperestîkirin de hatiye ku tehrîmên navnetewî li ser Îranê kartêkerî hebûne û piştevaniya Rojavayê jî ji dijberên rejîma Sûriyê ji bo hiloşana desthilata Beşar Esed ku nêzîktirîn hevpeymanê rejîma Îranê ye, li ser berjewendiyên rejîma Îranê kartêkerî heye.
Di rapora Xamneyî de hatiye ku “hewceye hin xal ji Rojavayê re bihên rohn kirin ku hin hêlên sor hene ku nabe bi tu awayekê bihên bezandin, bi taybetî li ser çawaniya riftarên Rojavayê li ser axa Sûriyê.
Her di wê civînê de Xamneyî fermanek ji Sipaha Quds bi Serokatiya Qasim Sulêmanî kiriye ku êrîşên xwe li dijî Rojava û hevpeymanên wan ên alîkariyên dijberên rejîma Esd dikin, zêde bikin.