
Kurdistanmedia: Hejmarek ji xanenişînên bankan li Tehranê ji ber kêmbûna heqdestê xwe nerazîbûna xwe anîne ziman.
Roja Pêncşemî 5`ê Xezelwerê (27`ê Ciriya Pêşîn) xanenişînan li pêş deriyê sindûqa xanenişînan a bankan kom bibûn, û gotin ku nerazîbûna wan bi sedema kêmbûna heqdestê wan e, ku ev heqdesta ku ev werdigirin çend hember di bin hêla hejariyê de ye, û ew daxwaz dikin da ku heqdestê wan bê asta nirxan.
Li gorî gotina xanenişînan, heqdestê wan bi qasî yek milyon û tiştekê ye û ev bersivderê xercê jiyana wan nine.
Xanenişînan di vê civîna nerazîbûnê de siloganên wekî “Xursendiyan, şermê bike, şermê bike” diqîriyan.
Elî Xursendiyan roja 5`ê Pûşpera sala 1395`an ji bo birêveberî û endametiya.
Heyeta
Birêveberiya Sindûqa Xanenişînî, wezîfe, ji kar ketin, û paşekevtên karmendên bankan hate diyarkirin.
Herwisa xanenişînên din yên dewletê jî heya niha di heyamên mehên borî de, bo çendîn caran derheq kêmbûna deqdestê xwe û rewşa aborî ya xwe nerazîbûna xwe nîşan dane.
Li gorî gotina Resûl Xizrî yê bi nav nûnerê bajarê Pîranşarê yê di mecilsa rejîmê de, nêzîkî %50 ji heşîmeta Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn, û ev pila li pêş destbikarbûna dewleta Hesen Rohanî, %12 ji hatibû ragehandin ku zêdeyî çar hember zêde kiriye.
Her di vê pêwendiyê de, xwendekarên zanîngeha Azad ya Tehranê jî, derheq hebûna hêzên Îdareya Îrşad li derdora zanîngehê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li gorî kurtevîdyoyên ku di torên civakî de belav bûne, xwendekarên zanîngeha Azad a bajarê Tehranê, roja şemiyê 5`ê Xezelwerê derheq hebûna hêzên “Îrşad” li derdora zanîngehê, nerazîbûna xwe nîşan dane.