Di bajarê Urmiyê de, bi sedema hejariya xelkê, kirîna Êmîş anku mîwe, bûye pirsgirêkeke micid û xelk neçarin bi danîna çeka karmendî an zemaneta 2 kesan û bi qistên demdirêj bo zarokên xwe mêwe bikirin.
Bi sedema bilindbûna nirxa mêwe û hejariya xelkê, êdî xelk nikare bo zarokên xwe mîwe bikire û bi hegera hewcehî bi xwarina mîwe bona parastina tenduristiyê, neçarin bi her awayekî be, hinek mîweyan bikirin û bo zarokên xwe bibin, lewma neçar mane bi çeka karmendî an zaminbûna 2 kesan, bi qistên demdirêj, qasek ji mîweyan bikirin.
Gendeliya serberedayî ya berpirsan, aboriya herifiye Îranê, neman an daketina yekcarî ya dahata xelkê û girîngnebûna wan pirsgirêkan bo rejîma Îranê, rewşeke gelek dijvar bo jiyana xelkê Îranê afirandiye.
Di bajarên wekî Selmas û Urmiyê de sefên dirêj yên kirîna Rûn û goştê mirîşkan heye û heta niha çendîn şer û levdan di sefên dirêj de qewimîne û rejîm jî, înkara hebûna wan pirsgirêkan dike.