Pêka nûçeya gehiştî bi malpera “Kurdstanmediya”yê rewşa kolan û şeqamên bajarê Sineyê roj bi roj ber bi xirab bûnê ve diçin û bajar tejî zibil û kirs e.
Bajarvaniya bajarê “Sine”yê salane ji dukandar û herwisa ji cihên din ên wî bajarî pereyeke zêde bi taybet bi hêceta pêragihişin bi wî bajarî bi navê “Ewariz” distîne.
Lê di nava bajar de ti pêragihiştinek xuya neke heta di piraniya kolan û taxên wî bajarî de zibildan jî tinîne û xelk neçar in ku kirs û zibilên xwe bavêjne nava bajar.
Ew zibilane bilî vê yekê ku dîmena nava bajar neşirîn kiriye bûye sedema belav bûna nexwşiyan û avên bin erd levitandiye.
Xelk ji xemsarî û guhnedana bajavaniya wî bajarî û gendelî di wî bajarî de gihîştiye asta herî zêde.