Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Efxanistanê piştîvanê şoreşa Sûriyê ne

21:17 - 9 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Xelkê Efxasnistanê meşek nerazîtiyê ji bo piştevanî ji şoreşa Sûriyê birê xistin û daxwaz ji rejîma Îranê kirin dev ji piştevanî ji rejîma Sûriyê berde.
Li gor rapora “Elcezîre”, xelkê Efxanistanê li dijî rejîma Beşar Esed meşek nerazîtiyê birêxistin û piştevaniya xwe ji rabûna xelkê Sûriyê nîşan dan. Di wê meşa nerazîtiyê de, xwenîşanderan bi dikrûşm daxwaz ji rejîma Îranê kirin ku dev ji piştevanî ji rejîma Beşar Esed berde.
Xelkê Efxanistanê metirsiya destêwerdanên rejîma Îranê hest pêkirine, lewma li hember wan destêwerdanan de nerazîtiyên xwe nîşan didin.
Çend rojan berî niha li hember rê û resma bîranîna mirina Xumênî li “Kabul”a Efxanistanê ji aliyê hikûmeta Efxanistanê ve, nerazîtiyek ji dijî wê kiryara dewleta Efxanistanê nîşan dan û naveroka nerazîtiya han rêz girtin ji serweriya Efxanistanê bû û bi dirûşma “Êre Kabul E Ne Qum”, ew kirayra dewleta Efxanistanê û hewên rejîma Îranê şermezar kirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê