Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xemokî (depression)

14:54 - 7 Tebax 2012

Xemokî (depression)

Şine Dirudger

X emokî yek ji nesaxiyên derûniye ku seba helçûn yan sedemên derekî yên taybet tûşî mirov dibe û herweha bi neman û jinavçûna sedemên wê, ew jî namîne. Xemokî yek ji nesaxiyên berbilav ên cîhanê ye.Nesaxiya xemokiyê taybet bi temenkê nine, belkî nesaxiyeke ku egera tûşbûnê di hemû temenên ciyawaz de heye, wate çi zarok, herzekar, genc û…, yan çi jin, çi mêr be.

Vir de berî wê ku derbasî nav basa xwebibm, hewce ye ciyawaziyekê bixin navbera haletên ku mirov bi dirêjiya rojê pêre berbirû dibe, ku ew jî haleta xembarî û diltengiyê ye.Xembariya han ku piraniya xelkêbi awayek demkî pêve dinalînin, beşek ji jiyana mirovek asayî. Çûnkî girêdayî ye bi guhertin û bûyerên jiyana rojê ku derbaz dibe û namîne, lê ev xembarî û diltengiya ku di şeklê xemokiyê de derdikewe, bi tewahî derûn û cesteya mirov dadigre û gelek bi kêmîfakterên derekî dikarin bibin hokar û sedema kêmkirin yan jî jinavbirina nasaxiyê.

Çendîn guhertin û nîşane di kesê xemok de çêdibin ku dikarin ji riya wan ve nesaxiyê destnîşan bikin. Ew nîşan û guhertin jî li gor cur û taybetmendiyên xemokî û her weha temen û sedemên tûşbûnê tên guhertin. Bo vê ku îsbat bihê kirin kesek tûşî nesaxiya xemokiyê bûye, dibe aliyê kêm 5 ji wan nîşanan di heyamê du heftiyande xwe derbixin ku ew jî pêkhatine ji:
1: Di piraniya demên rojê bi xasmanî di êwarî û demên dawiya rojê de dilteng û bêhinçik in û giringiyê bi cil û bergên xwe nadin, di dema axaftinê de serê xwe bilind nakin û bi stûxwarî digel beranberê xwe dipeyvin.

2:Hest bi xweşiyê di jiyana xwe de nakin û mifahê jê nastînin

3:Xew yan razanek normal namîne, zûji xewê radibe, yan ji direng radizê. Lê di hindek haletên xemokiyê de kesê xemok gelek hej xewê dike û dirazê.

4:Nemana heza xwarinê, wate gelek caran xwarinê kêm dike yan jî beravaj.

5:Di piraniya haletên xemokiyê de kêşa kesê xemok bi awayek berçav kêm dibe yan beravajî

6: Şiyan û hêza beşdarîkirin di bone û rê û resman de kêm dibe

7:Hest bi mandîtî û şeqîbûnê dike, lewma herikîn jî kêm dibe
8:Hestkirin bi sivikatî, bênirxî, bêhîvîtî û nebûna piştewaniyê.

9:Xwe serkut dike û bawerî bi xwe namîne

10:Mandîtî û bêzarbûn ji jiyanê û fikirîn ji mirin û xwekujiyê (di % 60 haletên xemokiyê de bîr ji xwkujiyê têkirin û 15 heya % 20 wan ji bîrokeya xwkujiyê cî bi cî dikin.
Peydabûna nexweşiya xemokiyê di encama komelek sedeman de çêdibe ku her yek ji wan sedeman çi bitenê û çi bi cuda, bandorê dixe ser berbilawbûna zêdetir ya nexweşiyê ku em dikarin bi destnîşankirina wan hokaran rê ji tûşbûnê bigrin yan çareseriya nesaxên xemokiyê bikin.

1:Hokar û sedemên herî sereke ku heyderên tûşbûn bi xemokiyê ne bi wî awayîne;
Sedemên derûnî û civakî: Mirov di jiyana xwe de bi awayek berdewam di gel rûdaw û bûyerên cur bi cur berbirû dibe. Weke ji destdana kes û karên xwe yên nêzîk, ji destdana serwet û samanê xwe, şer û awarebûn û ... ku dibine sedem mirov bikewe bin givaş û zextê û di encam de digel nexweşiya xemokiyê berbirû dibe.

2:Regez: rêjeya tûşbûyên nexweşiya xemokiyê di regeza mê de du heya sê hemberî regeza nêr e. Bi taybet ew jinên ku xwedî zarok in, bileztir ji jinên din di gel nexweşiya xemokiyê berbirû dibin

3:Tûşbûn bi nexweşiyên cesteyî: kesên ku nexweşiyên demdirêj weke nexwşiyên dil û penceşêrê hene pitir dibine armanca nexweşiya xemokiyê
4:Bikaranîna derman yan elkulê: kesên ku bi awayek berdewan dermanên nexweşiyên cesteyî bikar tînin û herweha ew kesên ku berdewam elkul û madeyên hişber bikar tînin tûşî nexweşiya xemokiyê dibin
5:Kesatî: hatiye îsbatkirin ku piraniya kesatiyên weswas, Hîstirî û ... dikewin bin gefa xemokiyê.
Ev kesên ku digel nexweşiya xemokiyê berbirûne, bi xwe bi tenê û bi îradeye xwe nikarin di hember nexweşiyê de rawestin û çareseriya jêre bibnin, belkî bi derbasbûna midehekê ber bi xirabiyek zaftir diçin. Herçend nexweşiya han gelek giran û bi bandore, lê kesên ku di hizra çareseriyê de ne û hewlê jê re didin, dikarin bigehin encamek baş û ber bi başbûnê ve biçin.

Xemokî dikare ji riya mifahwergirtin ji dermanên xemokî, şokên elektirîkê û çareseriyên derûnî bihê çareserkirin. Bi awayek giştî %80 kesên ku xemok in, bersivdanek baş û guncaw hene bo derman û çareseriyê û %50 ji wan jî di midehê kêmtir ji salekê de ber bi başiyê ve diçin yan bi tewahî baş dibin.