Xwekujî yek ji wan nûçeyane ku rojane bi qasekî zêde di Îran û Kurdistanê de belav dibe.
Bi sedema xirabûna rewşa jiyanê û hebûna krîzên cuda di Îran û Kurdistanê de ew amar bi awayekî berçav rojane bilind dibe.
Pêka rapora salane ya Pizîşka Yasayî ya Îranê di sala 1399an de rojane di Îranê de 15 kes bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest dane û di 8 mehên destpêka sala 1398an a Rojî de, 3444 kes bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest dane û heman amar di sala 1399an bûye 3589 kes.
Herwisa rojnameya “Îtimad” di raporeke xwe de ragihandiye ew amar bi berhevdanîn digel sala 1398an %4 bilind bûye.
Pêka nûçegehaniyên rejîma Îranê di 28ê Xakelêweyê de tenê di bajarê Teharnê de, di 24 demjimêran de 84 kesan xwekujî kiriye ku 13 kesan canê xwe ji dest danê.
Pêka Amara Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di Kurdistanê de li 8ê Marsa 2020 heta 8ê Marsa 2021an, 98 jinan xwekujî kirine ku 33 kes ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.
Di vê derheqê de “Teqî Rustemwend” Serokê Saziya Karûbarên Civakî ragihandiye: “Salane %5 bi hejmara xwekujiyê di Îranê de zêde dibe bi awaya nîvencî di rojekê de 15 kes bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest didin.
Xwekujî 5mîn sedema canjidestdana ciwana di Îranê de ye.
Pêka amarên ku belav dibin temenê xwekujiyê bo jêr 18 saliyê daketiye.
Îran pêka pileyan, pileya yekem di warê xemukiyê de heye û herwisa di warê hejariyê de jî %80 xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de ne.
Sereketirîn sedemên xwekujiyê di Îranê û Kurdistanê de bêkarî, giranî, xemûkî, pirsgirêkên malbatî, civakî û…hwd hatiye destnîşankirin.