Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwekujî, diyardeyek giştgîr û metirsîdar

00:08 - 24 Hezîran 2012

Şine Dirûdger
Yek ji diyardeyên berçav ên nav civakê, xwekuştin e ku tîrojkên wê ber hemû civakên cîhanê bi rêjeyek ciyawaz ketine.
Xwekuştin pêk tê ji hewildanek serkevtî yan jî sernekevtî bo ji navbirina xwe bi awayek mebestdar. Wate mirinê bi take rêya derbasbûn ji dijwariyên jiyanê dizanin.

Xwekuştin ji peyva(Sui) bi wateya xwe û (Caedere) bi wateya kuştin tê ku bingehek Latînî heye.Xwekuştin diyardeyek nû nine,belkîdi despêka hebûna mirovahiyê de ser hildaye. Lêkolîn li ser xwekujiyê weke diyardeyek civakî, 200 salan berî niha ji aliyê lêkolerên rojavayî ve hatiye encamdan. Jiyana sunnetî û hejariyê di vê serdemê de karek weha kir ku rêjeya xwekujiyê ber bi zêde bûnê ve biçe û di encam de pisporên civakî û derûnnasî neçar man ku vê kolîan bi merema vedîtina vê diyardê bikin.

Di çend dehikên vê dawiyê de diyardeya xwekujiyê bi qasekê zaf bûye ku di hemû temenên ciyawaz weke pîr, ciwan, nûcivan de tê dîtin.Ewe di demekê deye ku lêkolînên zanistî derdixin ku rêjeya xwe kujiyê li seranserî cîhanê jorde çûye. Di yek ji serjimêriyên rêxistina saxlemiya cîhanî (W.H.O) de derdikeve ku di her salekê de rêjeya xwekujiyê digîje 900 hezar kesî. Herweha lêkolînan eşkere kiriye ku di piraniya welatên cîhanê de xwekujî weke yek ji sedemên sereke ên mirina mirovan tê zanîn.

Bo mînak di welatê Birîtanyayê de xwekuştin weke sêyem sedema mirinê piştî nesaxiya dil û Penceşêrê tê hesibandin. Li welatên Îskandinavî di her salekê deji her 100 hezar kesan 40 kes û li Amerîkayê di her salekê de pitir ji 30 hezar kes xwe dikujin, wate di rojê de 85 kes û di her 20 Xulekan de kesek xwe dikuje û herweha bi gişti di wan welatan deher sal de 650 hezar kes hewla xwekuştinê didin. Xûyaye ku rêjeya xwekujiyê di her welatekê û di her qonaxekê de ciyawaze, ew jî vedigere ser guhertinên siyasî, civakî û çandî yên wan welatan. Her eva jî bûye sebeba vê yekê ku Rêxistina Cîhanî ya Saxlemiyê roja 10ê heyva Septamberê, wate roja 19ê Xermananê weke roja cîhaniya pêşgirtin ji xwekujiyê diyarî bike.

Li gor amaran ev diyardeye li Îranê jî her ku diçezêdetir dibe û li vê derhrqê depiştî welatên Kolombiya, Birazîl û Çînê weke pêncemîn welat tê hesibandin.
Belge û dekomênt nîşan didin ku sedema xwekujiyê li Îranê wedigerin boxirabiya rewşa siyas, abûrî, bêkarî û htd.Herweha rêjeya herî zaf ya xwekujiyê di Îranê de li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Hemedanê de ye. Piraniya haletên xwekujiya jinan di Îranê de ji riya xweşevitandin û xarina heban veya û herweha di mêran de jî li rêya bikaranîna çek û xwe daliqandinê ve ye.

Encamdana her karekê sedemyan hayderek xwe heye û encamdana kiryara xwekujiyê jîbê guman hayderên xwe hene ku dikare mirovekê ber bi xwekujiyê bibe.

Li vir emê bi awayek kurt bas ji hokarên sereke êndiyardeya xwekujiyê bikin.

1) sedemên derûnî: beşek ji derûnnasan liser vê baweriyê ne ku ew kesên dest didin xwekujiyê,pirsgirêkên derûnî hene. Bo mînak mirov di vê rewşê de hest bi pûçî, bê hîvîtî û kêşeyên sozdariyê dike, herweha alozî û têkçûna rewşa saxlemiya derûnî jî weke yek ji hokar û hayderên herî bi hêz ên xwekujiyê tê hejmar, bo mînak kesên ku tûşî nesaxiyên Xemokî, Sikîzofrîniya, dilkutok, Elkolî(moitadên elkulê) bûne, 3 heya 12 beraberî kesên asayî ber bi xwkujiyê ve diçin.

2) sedemên civakî: bê guman ev hokare rolek serekî li dor serhildana diyardeya xwekujiyê heye, çûnkî mirov rihliberek civakî ye û tewahiya riftarên xwe li encama karîgeriyên bi derdorê re digire. Lewma hiloşîna malbatî (Telaq) û jinavçûna peywendiyên derûnî di navbera wan de, sedemek ku mirov hest bi biyanîtî û xerîniyê bike û îzole bibe, lewra bo rizgar bûn ji rewşek weha rêya xwekujiyê peyda dike.

3) Sedemên abûrî: Hejarî û destkurtî, bêkarî û…. hokarên sereke ne bo encamdana kiryara xwekujiyê ji aliyê mirovan ve.

Piraniya kesên ku kiryara xwekujiyê encam didin, ew in ku li jiyana hewvpar û piroseya hewseriyê de serneketine, yan zarokên ku li encama telaqê ji dayk yan bavê xwe dûr ketine û… .

Xwekujî ji kesekê bo kesek din diguhere û eva jî bûye sebeb ku bi ser çend ast û qonaxan de bihêt parvekirin.

1) Bîroke û hizra xwekuştinê: hizirîn ji xwekujiyê bi awayek rasterast yan nerasterast û xwe azardanê lê bê derbirîn û eşkerekirina niyetek rast.

2) Gefkirin bi xwekujiyê: di vê cure de mirovê nesax rasterast yan jî nerasterast ji rêya gotin yan nivîsandinê gefa xwekuştinê di xwe, lê di piratîk de tu karekê nake.

3) Riftara xwekujiyê:hin kar û riftaran dike li dor azardana xwe, lê dizane û xatircem e ye ku nabe sebeba mirinê, weke birîna şademarên cesteya xwe bi kêrên pilastîk, xwarina çend hebên zêde ku nabe sebeba mirinê.

4) Hewla xwekujiyê: zirar gihandin bi xwe ku dikare bibe hokara birînên mezin yan jî biçûk bi merema dawîanîn bi jiyana xwe, bo mînak birîndar kirina cesteya xwe.

5) Xwekujiya tewahî: bi tewahî daviyê bi jiyana xwe tîne ji rêya mifahwergirtin li alavên weke bikar anîna çek, xwe şewitandin, derman xwarin yan xwe daliqandin.

Çawa dikarîn wan kesan nas bikin ku gumana xwekujiyê li ser wan heye?
Piraniya kiryarên xwekujiyê li nişkî ve nine, belkî beriya hewildan do xwekujiyê çend guhertinek di nav kesê xwekuj de pêk tên ku xwediyê hin peyam û îşareyan e û kesên derdorê dikarin hest pêbikin. Bo mînak:

1) Pêştir hewla xwekujiyê dabe
2) Nesaxiyek derûnî, yan jî rewşek xirab a derûnî hebe weke dilkutok û xemokî.

3) Guhertinan di kiryar û riftaran de. Weke veqetandi û paşdekişiyan ji aliyê civakî û kêmbûna peywendiyan digel çarmedorawî de
4) Xirab bikaranîna derman yan bengdarî bi madeyên hişber û elkolê re

5) Hestkirin bi tinêtî, û bêhêvîtî û nebûna hevkariyê
6) Çêbûna guhertinan di xwarin, nivistin û çalakiyên rojane de

7) Pêkhatina haletê şerxwazî û tûrebûnê

8) Jidestdana kesên nêzîk, serwet û saman û pîşeya xwe di midehê pêş kiryarê de
9) Hebûna haleta xewkujiyê yan hewla xwkujiyê di dîroka malbata wî de
10) Di jiyana xwe de gelek karesat li dû hev bi ser de hatibin.
Hin peyamên mirovan ku amaje bi xwekujiyê dikin:
1) Payama rasterasta dewkî: bi awayek rasterast bi derdora xwe re dibêje, xwe dikujim. Hevdem digel nerihetbûn û tawanbarkirina kesên beranber xwe, gefa xwekuştinê dide û dibêje; li kerbaête ye xwe dikujim û hekî vî karî bi min re nekî ezê xwe bikujim.

2) Peyama nerasterasta devikî: Midehek berî hewla xwekujiyê de, hin gotina tîne ziman ku, îşare bi vêzarî û bêhîvîtiyê dikin.Gotinên weke; eve ka jiyane, mirin ji vê jiyanê xweştire,herweha endamên malbat û hevalên xwe re dibêje, eger cardin em hevdû bibînin.

3). Peyama rasterast û ne dewikî: bi awayek kiryarî bi derdora xwe dibêje ku armanca wî xwekujî ye, weke peyda kirina çek, komkirina heban, kirîn û bidestxistina madeyên jehrî, amadekirina petrol yan Benzîn û çûna ser cihên bilind.

4) Peyama nerasterast ya nedevkî: midehek berî xwekujiyê hewl didebo rêzistinatiştên taybetî ên xwe, weke tiştên navmalê, vegerandin û dana deynên xwe, bexşîna keresteyên xwe, pêşdetir kesek goşegîr bûye lê di vê heyamê de seredana piraniya xizm û kes û hevlên xwe dike bi merema xatirxwastina ji wan.