Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekareke Belûç bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê birîndar ket

20:23 - 29 Çirriya paşîn 2015

Kurdistamedia: Bi sedema teqeya rasterast a hêzên ser bi komara Îslamî li bajarê Îranşar a ser bi parêzgeha Sîstanê, keçeke xwendekar birîndar ket.

Li gorî nûçyên belavbûyê, keça xwendekar a bi navê “Rezmxah” xwendekarê zanîngeha “Êlmî Karbordî” ya Îranşarê, li derora xwedingeha xwe, bi sedema teqeya hêzên Êntêzamî ê rejîmê birîndr ket û bo naxweşxaneyê hate şandin.

Nawendên nûçegehanî ên ser bi rejîmê ragehandin ku sedema teqeya hêzên rejîmê, hebûna tirûmbêleke “Pejo 405” bû ku kesên têde aciziya keçkên wî derî dikirin. Lê şahidên deverê dibêjin ku teqeya wan bê sedem û bêserûber hat kirin.

Roja Pêşncşemiyê 21’ê Xezelwerê jî teqeya rasterast a hêzên ser bi rejîmê ji tirûmbêla xortekê di nava bajarê “Xaş” de, nerazîbûna xelkê bajar lê ket û xelkê êrîş birin ser tirûmbêla polîs.

Ev kiryra polîsê Xaşê, nerazîbûna nûnerê vê bajarê li Civata Nûneran bi dû xwe re anî û navbirî ragehand ku, riftara hinek polîsan, kuştina hemwelatiyên bajarê Xaşê bi dû xwe re aniye û eva jî bi vê awteyê tê ku perwerdehiya hewce nehatine kirin.

Eva di demekê de ye u li gorî madeya Sêhem a yasaya bikarbirina çek ji aliyê hêzên Êntizamî ve, hêzên Êntizamî tenê di demekê de dikarin mifahê ji çek wergirin û canê wan di metirsiyê de be, wate tometbar kuştina wan bike armanc.