Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên demokrat, roja \"Xwendekarên Kurd\" pîroz kirin

13:38 - 3 Gulan 2015

Kurdistan Media: Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê, roja înê, 11’banemera 1394’an (1.05.2015) bi beşdariya endam û alîgirên xwe, rêz ji 2’ê Gulanê, roja şehîdkirina şehîd Îsmaîl Şerîfzade, sembola tevgera xwendekarên Kurd girtin.

Ew rêzgirtina han ya (YXDKÎ)bi meşek leşkirî hat pîrozkirin.
Şehîd Îsmaîl Şerîfzade û hevalên wî li salên 1346-47’a rojî de, jib o rizgariya neteweya kurd li dijî desthiata rejîma paşatî li Îranê de dest avêtine xebata çekdarî û piştî 18 mehan şerê qehremanane di roja 12’ê Gulanê de hatin şehîd kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên KUrdistana Îranê, roja 2’ê Gulanê, weke roja Xwendekarên Kurd diyarî kiriye.