
Roja Pêncşemiyê, Receb Teyîb Erdoxan, Serkomarê Tirkiyê di dema bi rê ve çuna rêja leşerî li Baku ya paytextê komara Azerbaycanê de, di ber kêlega Îlham Elî yofê serkomarê Azerbaycanê, helbestek bi navê Eres xwend.
Ew helbesta bû sedema nerizayetiya rejîma Îranê, û wezareta derve ya Îranê, balyozê Tirkiyê vexwend û Tirkiye bi destêverdana di nava karûbarê welatan û yêk ji wan Îranê de sûçdar kir.
Tirkiyê jî balyozê Îranê li Tirkiyê de gazî kir û îdiayên Îranê bê bingeh dane zanîn.
Rejîma Îranê ragihandiye ku Erdoxan û Tirkiye tedaxulê di tewawiyeta axa Îranê de dikin.
Mihemed Cewad Zerîf wezîrê derve yê rejîma Îranê, xwendina helbesta Eres ji aliyê erdoxan ve, şermezar kir û ev kare bi binpêkirina serveriya netewî ya Azerbaycanê da zanîn.
Lê naveroka wê helbestê çiye û çima bûye sedemê aloziya dîplomatîk di navbera Îran û Tirkiyê?
Di parek ji wê helbestê de basê cidahiya bi zorê hatiye kirin ku Azerbaycan hemî yêk parçeye û hatiye perçe kirin.
Ew helbest bi notên curbi cure xelkê Azerî weke sitranekî herêmiye Azeriyan hatiye gotin bi navê “Eres Eres” û xem û kovanê xelkê li ser Eres tîne ziman.