Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di Xûzistanê de/ afirandina rewşa ewlehî ji aliyê hêzên rejîmê ve

12:46 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2021

Nehemîn şev bi ser xwenîşandana xelkê nerazî li parêzgeha Xûzistanê derbas bû û rejîmê tevî afirandina rewşa ewlehî û polîsî, sedan kes jî binçav kirine.

Hevdem înternet di piraniya bajarên Xûzistanê de an hatiye qutkirin an jî gelek lawaz bûye.

Pêka hin raporan di Sûsengerdê de hem berq hem jî înternet hatiye qutkirin, eva jî di halekê de ye ku duh pileya hewayê di Sûsengerdê de 48 derece bilin bibû.

Piştî çend roj xwenîşandan xelkê nerazî li Xûzistanê, berpirsên rejîmê serdana Xûzistanê kirin.

Duh Îshaq Cehangîrî, Cihgirê Serkomarê rejîmê, serdana Xûzistanê kir û ev ji aliyê xelkê nerazî ve rastî berteknîşandanê hat.

Li wir xelkê nerazî bi Îshaq Cehangîrî gotibûn: “We av bi ser xelkê te qut kir û xelk rabûne ser xwe û rastî lêdan û kuştinê hatin û me şehîd dan. Û Niha Cehangîrî hatiye bi rûyê xelkê dikene”!

Ji aliyek din ve Pasdarê terorîst “Husên Selamî”, îro serdana hin deverên Xûzistanê kirbû.

Malperên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst dane zanîn, “Selamî go birêvebirina hin terhên gihandina avê bo deverên Xûzistanê serdana wir kiriye”.

Lê bikarhênerên torên civakî dane zanîn, Pasdar Selamî bo serkutkirina xelkê çûye Xûzistanê.

Bi vî awayî xelkê Xûzistanê çend roj e bi berdewamî hatine ser şeqaman û li dijî kiryarên gemar ên rejîmê silogan dane û xwenîşandan bi rê ve birine, lê hêzên rejîmê bi tundtirin reng bersiva wan daye û ew serkut kirine.

Pêka zaniyariyan heta niha zêdetir ji 120 kes xelkê nerazî yên Xûzistanê hatine binçavkirin.