Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li Derveyî Îranê bona piştevanîkirin ji xwenîşandana xelkê El-Ehwazê bi rê ve çûn

13:38 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Şemî 21ê Temûzê, aliyên Opozîsiyina rejîma Îranê li welatên Rojavayî, bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên xelkê “El-Ehwazê” xwenîşandan lidar xistin.

Li welatên “Amerîka, Kanada, Beljîk û çendîn welatên din” bi silogana “Ne bo komara Îslamiya Îranê û merg û neman bo rejîma Îranê”, xwenîşandanên xwe berdewam kirin.

Roja Yekşemî 25ê Temûzê ji xwenîşandanên xelkê El-Ehwazê ku bi sedema bêavî û nebûna birêvebirinê destpêkiribû, 11 roj  derbas bûne û xelk di deverên “Luristan” û bajarên “Tewrêz û Erdebêl”ê de bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên xelkê El-Ehwazê, hatine ser şeqaman.