Kurdistan Media: Li bajarê Vankover a Kanadayê de, xwenîşandanek li dor piştewanîkirina ji hevwelatiyên Mehabadê û şermezarkirina siyasetên serberedayî û tepeserkar ên rejîma Îslamî a Îranê birêve çû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistan Media, roja înê, 15ê Gulana 2015an (25ê banemera 1394), kurdên akincî ên bajarê Vankover û derdorên wî bajarî di meş û xwenîşandanek aram û êmin de, piştewaniya xwe ji serhildana hevwelatiyên Mehabadê bajarên din ên Kurdistanê re nîşan dan.
Di wê xwenîşandanê de siyasetên dijîgelî, serberedayî û destdirêjkarane ên rejîma dagîrkar a Îslamî li ser keramet û mafên gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat de hatin pirotesto û şermezarkirin.
Xwenîşandana han ji aliyê komîteya artiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bi hevkariya çend aliyên siyasî yên Kurdistana Rojhilatê hatibû organîzekirin ku hejmarek zaf ji hevwelatiyên kurd têde beşdarî bibûn û bi avêtina siloganan û bilindkirina wêne û posterên Ferînazê û serhildana hevweatiyên Kurd li Mehabadê, ew cinayeta rejîma Îslamî ya Îranê pirotesto û şermezar kirin.