Di palavtingeha bajarê Tehranê de 700 kedkar bi sedema nerîzayetînîşandan û mangirtinan, li ser kar hatine derxistin û hejmareke zêde a kedkaran li navendên cuda ên pîşeyî di Îranê de tevlî kempêna 1400
bûne.
li navendên pîşeyî kedkarên qiraxava “Bûşehrê yên kompaniya Nefta Cinûb, kedkarên palavtingeha Eselûye, kedkarên Kompaniya Pola ya bi navê Botiya Kirman, kedkarên kompaniya Cehan Pars, kedkarên projeyên Bîd bolend a bajarê Bêhbehan, kedkarên palavtingeha Mahşehr,kedkarên kompaniya Sîna Palayiş li girava Qişim, kedkarên enbarên neftê yên Bender Cask, kedkarên projeya petrokîmiya Demavend, kedkarên Kêyhan Pars li Îsfehanê, kedkarên girêbestî yên palavtingeha Abadan û kedkarên palavtingeha Adîş jî tevlî kempêna 1400 bûne.
Herwisa çendîn rêkxiravên kedkarî wekî Sendîkaya Kedkarên kompaniya Neyşeker a Heft Tepe, Sendîkaya kedkaran û ajotvanên Şirketa Wahid di daxuyaniyan de yekîtiya xwe digel wan kedkarên heftê dane xuya.
hevahengkerê wan xwenîşandanan “Şêwraya Rêkxistina Xwenîşandanan a Kedkarên Girêbestî yên Neftê” ye û daxwazên wan ên girîng ew in: “Girêbestkar ji hemû kompaniyên neftê de derxînin, yasaya karê vekhev-heqdesta vekhev di tevahiya palavtingehan, petrokîmiyan û pîşeyên neft û gazê de bêne birêvebirin û heqdesta wan ji 12 milyon Tumenan zêdetir bikin û ewlehiya kar baştir bibe”.
“Şêwraya Rêkxistina Xwenîşandanan a Kedkarên Girêbestî yên Neftê” bi tekezî û micidî ragihandiye ku hekî berpirs bersiva daxwazên wan nedin, xwenîşandanên nerizayetî dê berdewam bin û ew dê hevaheng digel nerizayetiya kedkarên fermî ên neftê bi awayekî hevdem li navendan de destpêbikin.
Kirîza aborî, nebûna ewlehiya kar, bilindbûna nirxan, bê îdaletî û cudatîdanîn û berçavnegirtina rewşa jiyan, kar û hewcehiyên kedkaran ji aliyê rejîma Îranê ve, bûne sedema nerizatiya wan kedkaran û rejîma Îranê bi hewlên bê encam wekî sozên çewt, binçavkirin, îşkence, gefxwarin û liserkarderxistina kedkaran hewla aramkirina rewşê bide lê xwenîşandan berfirehtir, dijwartir û giştgîrtir dibin.