
Kurdistanmedia: Dema ku bayek radibe, xwêya gola Urmiyê heya Tevrêzê û derdora wê jî diçe.
Alîkarê Îdareya Giştî ya Jîngehparêziya Azerbaycana Rojava ragehandiye: Tevrêz û bajarên derdora wê di dema rabûna ba de, dikevin bin bandora hûrkên xwê de.
Hesen Ebasînijad Alîkarê Îdareya Giştî ya Jîngehparêziya Azerbaycana Rojava di kombûna eşkere ya Şêvra Bajarê Tehranê de ragehand: Pêştir binê gola Urmiyê wekî tasikê bû, lê niha wekî devriyê lê hatiye, û bi bayekî kêm jî, hûrkên xwê radibin, û dibin sedema têkçûna jîngeha bajarên derdorê.
Gola Urmiyê bi rûberê 6 hezar kîlometirên çargoşe (50 hezar hiktaran), gola herî mezin a Îranê û duyemîn gola sûr a cîhanê, xemla Kurdistanê û bûka Urmiyê ye ku xwediyê gelek taybetmendiyan e. Ew gol bi 102 giravan ku hemû jî ji aliyê Rêxistina unsco ve weke mîratê surûştî ên cîhanê hatine nasîn, bûye bi şacuwana deryayan û têde çendîn corên teyr û teval, candar û kirmika herî giran û binav û deng ya Artimya dijîn.
gola Urmiyê ku yek ji mîratên herî kevnar, bedev û dîrokî yên Kurdistan û Îranê ye, niha li rewşek pir kirîz de dijî û nefesên dawîn ên xwe hildikişîne. Anku demên xatirxwastina wê hatiye! malawayiyek ku li derveyî îrade û xwasta qeder û çarenivîsê ye. Bi giştî niha sedemên destçêkirî( mirovî) û xwezayî dest dane hev heya ku em bibin şahidê vê bûyera tirajidîk û rijyana çirayê bextê stêrak û nigîna bedev a Kurdistan û Îranê heya çend salên din.
Hişikbûna gola Urmiyê dê ekosîstema deverên derdorê jî tevlîhev û têk bide û seqa û atmosfera hênik û nerm a deverê wê bi seqayek germ û hişk tevî ba û bahoza xwê biguherîne. Bi baldan bi aliyên cur bi cure wê tehlûkeyê, gefek netewî û cîhanî li rojevê de ye. Wate ne tenê jîngeha Îranê, belkî ya gelek welatên cîran weke Ermenistan, Komara Azerbaycan, Îraq, Turkiye û ...htd jî digre û dibe sedema koçbarbûna bi milyonan kesan û xetera tûşbûna bi Penceşêr û nesaxiyên din zêde bike.