Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta niha 151 dewletên cîhanê, dewleta Felestîn bi fermî mnas kirine

18:04 - 24 Îlon 2025

Ji 193 endamên Saziya Netewên Yekgirtî, 151 dewletan, dewleta Felestînê bi fermî nas kirine û bi tenê çend dewletên wek Îsraîl û Alman û çend welatên din dewleta Felestînê bi fermî nas nekirine.

Wan welatên cîhanê tekezî kirine ku mijara 2 dewletî li navbera Îsraîl û Felestîniyan de dikare çareseriya herî zêde ya pirsgirêkan bike û çareseriya 2 dewletî ji aliyê Îsraîl û rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê ve hatiye redkirin.

Yekem dewleta Felestînê li 15ê November a sala 1988 a Zayînî de ji aliyê enya rizgarîder a felestînê an ku Elfetih bi serokatiya Yasir Erefat bi awayekî yekalî, hate ragihandin û dewleta Elcezayir, yekem dewlet bû ku ev bi fermî nas kir.

Li halekê de hinek aliyên siyasî bi fermînaskirina Felestînê bi awayek serkeftina rêjîma Îranê li hember Îsraîlê de dibînin, lê dewleta Felestînî ku li hizra civaka cîhanî de ye, hemas û Cehada îslamî û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê nîne û piraniya armanca wan aliyên reformxwaz wek Elfetih e û ev yeka bi wateya avakirina dewlet bo Felestîniyan jî nîne, heta hemasê jî ragihand ku ev bi tenê karek sembolîk e û li rastiyê de kes piştevanî Felestîniyan ku armanc Hemas bi xweye, nînin.