Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nabe bi ti awayekê rêjîma Îranê çeka navkî hebe

18:02 - 24 Îlon 2025

Donald Trump, serkomarê Amerîkayê li civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de rêjîma îslamiya Îranê bi mezintirîn gef li ser ewlehiya cîhanê binav kir û tevî îşarekirin bi êrîşên dawî yên Amerîka bo ser navendên navkî yên rêjîmê, ragihand ku cîhan derfetê nade Îranê ku çeka navkî bi dest xwe ve bîne.

Herwisa navbirî tevî rexnegirtin ji siyasetên rêjîma Îranê got: “Biryara min gelek sade ye, mezintirîn piştevanê terorîzmê li cihanê de, nabe derfet hebe ku metirsîdartirîn çek li cîhanê anku çeka navkî hebe.

Navbirî ev yeka jî got ku li destpêka serkomariya xwe ya nû de nivîsek bo rêberê rêjîma Îranê şandiye û pêşniyarên bi wec û bi qazanca Îranê bo sekinandina bernameya navkî tê de nivisîne, lê Têhran di cihê hevkarî, rêya gefxwarin li cîranên xwe û berjewedndiyên Amerîkayê berdewam kiriye.