
Pêka daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, “Mora Namdar” a berpirsa payebilind a ofîsa karûbarên Amerîka li Rojhilata Nêzîk a Wezareta Derve ya Amerîkayê, digel Stîvin Hîkî, yê serokê beşa Rojhilata Navîn û Bakûra Afrîqa ya Wezareta Derve ya Birîtaniyayê, li derheq pîlan û kawilkariyên rêjîma Îranê, danûstandin kirin.
Li vê daxuyaniyê de hatiye ku ev danûstandin bo pêşxistina bijardeyên bingehîn ên deveriyên Serkomarê Amerîkayê û bi taybet kiryarên kawilker ên rêjîmê û cihgîrkirina aşîtî û aramî bi rêya hêzê, hatine kirin.
Ji aliyê din ve “Yûsî Kohn” ê serokê pêştir ê Mûsadê ragihand ku pêka ceribandinên demdirêje wî li derheq rêjîma Îranê, li ser vê bawerê ye ku guherîna rêjîmê hewceyîk girîng heye û ev hewcehiya girîng bi tenê bi qazanca cîhanê nîne, belku bi qazanca xelkê Îranê ye jî ku li nav Îranê de daxwaza guherîna vê rêjîmê dikin.