
Pêka rapora Hengawê, ji destpêka sala 2025 a Zayînî ve zêdetir ji 38 xwendevanên ku temenê wan jêr 18 saliyê ye, ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatine girtin ku ji vê rêjeyê: 20 xwendevanên Kurd anku (%52), 13 xwendevanên Belûç anku (%34.5), 4 xwendevanê Lur anku (%10.5) û xwendekarekî Ereb anku (%2.5) bûne.
Pêka vê raporê, ev binçavkirin 12 halet li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, 9 halet li parêzgeha Sinê û 9 halet li parêzgeha Urmiyê de bûne ku 1 li ser 3 a wan binçavkirinan li vê dawiyê de û hevdem digel 3mîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bûne û malbatên wan hêj ti zanyariyek li derheq qerdera wan nînin.
Hevdem Sendîkaya Mamostayan a Kurdistanê, bi belavkirina daxuyaniyekê tepeseriya li beşa hînkarî şermezar kirin û daxwaza berevanî ji mafên mamosta û xwendevanan kirine.