Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî berê yê rêjîmê, bo tolhildan ji welatên Ewropayê, pêşniyarek ecêb daye

11:32 - 25 Îlon 2025

“Îrec Nedîmî” ku yek ji berpirsên pêştir ê rêjîmê û nûnerê meclîsa rêjîmê bûye, pêşniyar dike ku rêjîma Îslamiya Îranê bo tolhildan ji welatên Ewropayî rê bo qaçaxkirina madên hişber bo Ewropayê veke û bi vî awayî tola xwe ji welatên Ewropayî hilde.

Navbirî yek ji berpirsên rêjîmê ye ku zêdenavê Ebûzer jî li xwe kiriye û çendîn pileyên siyasî û birêveberî, li karûbarên aborî yên rêjîmê de hebûne û dosyeyên dizî û gendeliyên gelek mezin ên ên malî ji serweta giştî ya xelkê Îranê hene ku bi destêverdana hêzên îtilaata rêjîmê, ji yasayên sizakirinê parastî maye.

Pêştir jî pasdar Muhsin Rizayî bo dabînkirina malî ya rêjîmê pêşniyara bi barimtegirtina Amerîkayiyan dabû.

Hizra nexweş a berpirsên rêjîmê, ticareta madên hişber û bi barimtegirtinê bi karek erênî û bo xwe bi rewa dibîne.