Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwîna cuda

22:53 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2020

Kerîm Perwîzî

Cografiyaya siyasî a welatekî belalêdayî yê wekî Îranê, cografiyaya bi hev re jiyan û geşekirin nîne, belkî cografiyaya koloniyalîzmeke rîşedar e ku ne tenê hêzên desthiladar, belkî hizrên siyasî yên evên ku xwe bi nav û nîşaneya navend pênase dikin dor girtine.

Koloniyalîzim, pêwendiyên siyasî û civakî û aboriyan di Îranê de pênase dike, û dîdgeha navendgera û navendnişînan bo netewên stemlêkirî, dîdgeheke koloniyalîstî bûye ku xwe ber bi navendê ve dibin û ên din jî dixin perawêzê.

Ew dîdgeha navend-perawêzî, wisa dike ku talankirina samana Kurdistanê û Ehwaz û Belûçistan û Azerbaycan û Tirkemenistan bo Farsan helal be, belkî bi awayekî ranegihandî û pêrewkirî di nav kûrahiya civatgehê de wisa derdixe ku du xwînên cuda hene: Xwîna Fars û navendnişînan û xwîna netewên bindest!

Di rojên derbasbûyî de Komara Îslamî li parêzgeha Urmiyê tawaneke zêde afirand û nemaze sê lawên Kurd îdam kirin ku yek ji wan bi tîrbaranê canê xwe ji dest da: Hidayet Ebdulahpûr, Sabir Şêx Ebdulah û Diyako Resûlzade.

Tenê tawana wan sê ciwanên Kurd ev bû ku Komara Îslamî bo veşartina şikestên xwe yên ewlehî hewceyî bi qurbaniyan hebû, û bi qur`ekêşiyê (şansî), navê wan sê ciwanên Kurd li du bûyerên cuda di navbera çend salên cuda de derket. Wekî hertimî tohmeta têkdana ewlehiya welat, û girêdayîbûna bi welatên bîhanî, ew cure tohmetane kirine stûyê wan de, û îdam kirin.

Lê civatgeha navendê! Qet di hember wan de dengê xwe bilind nekirin, û wekî bûyereke asayî lê mêze kirin. Heta di şiroveyên civaknasên wan de, û di ragehandinan de, basa vê yekê hate kirin ku wan du bûyeran ji hev cuda bikin, çimkî îdamkirina Kurdan hertimî hebûye û berdewamiya pêvajoya berê ye! Belê îdamkirina Kurdan û kuştina Ereb û Belûç û sivakatîkirina bi Tirkan û Azeriyan di Îranê de asayî bûye. Her wekî çawa hemû rojekê roj ava dibe, û tarîtî tê, bi vî awayî jî zilm û stema Navendê li dijî “perawêzê” (derveyî navendê) asayî bûye!!

Her di wan çend mehên derbasbûyî de rejîm bo tolhildana xwe li xwenîşanderên meha Xezelwerê di Îranê de, cezaya îdamkirina sê ciwanên Fars da. Tohemtên wan jî heman tohmet bûn: Têkdana ewlehiya welat û girêdayî welatên bîhanî.

Lê ya ku cuda bû, helwesta civaka Navendê! Bû. Kempênên cuda li dijî wî hikmî lidar xistin ,û givaş bo hemû aliyekî anîn, ku di wê kempeynê de beşdar bin, û heta givaş bo hêz û aliyên “perawêzxistî” (dûrxistî) wate netewên bindest jî anîn, ku ew hikmê îdamê şermezar bikin, lê di ragihandinên xwe de amade nebûn ku navekî ji sê lawên Kurd bînin ku hatibûn îdamkirin! Çimkî ji dîtingeha koloniyalîstî ve îdam kinceke bi bejn û balê Kurd û netewên bindest ve hatiye dûrîn, û wisa dizanin ku tenê Kurd û netewên bindest dibe bêne îdamkirin!

Ji dîtingeha koloniyalîzma rîşedar ve ew xwîna ku di nav regên mirovekî “perawêznişîn” (dervey navendê) de digere, rijandina wê asayî ye, û xwîna takên ser bi navend û navendgerayî ku rengeke taybet heye, hekî dilopek ji wê xwînê birije xwarê, heram e!

Di cografiyayekê de ku du xwînên cuda hebe, û nirxa cuda bo xwînan danên, nikare berdewam be, û tenê rêya berdewamiya wê, ne tenê guherîna dem û çavê desthilatdaran e, belkî dakutana hizra koloniyalîstî ye.