Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yek ji rêberên Kurd li Sûriyê hat terorkirin

14:34 - 21 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Mehmûd Walî Endamê Meclisa Netewî a Kurd li Sûriyê ji aloiyê çekdarên nenaskirî ve hat kuştin.

Li gor nûçeyê ku ji malpera Elerebiye belavbûye, îşev li li ber deriyê bîroya Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê, li Serê Kaniyê Mehmûd Walî Endamê Meclisa Netewî a Kurd li Sûriyê hat kuştin.

Malpera Avestakurd jî belav kiriyee ku li gor şahidan çekdarek ku rûyê xwe girtibû, li ser motorsîklêtê, li pêşiya bîroya Meclîsa Kurd li Sûriyê, ew gulebaran kir û kuşt.
Heta niha nehatiye zanîn ku bikujên wî kî ne!

Pêka Elerebiye belav kirî, guman dicin ser „PYD“ Partiya Yekîtiya Demokratîk (Ser bi PKK ve)
Weke tê zanîn Mehmûd Walî (Abû Canda) gelek caran ji aliyê PYD ve hatibû tehdîdkirin, ji ber wê yekê her demê xwe diveşart.
Berî demekê ew û siyasetvanê Kurd Mihemed Yusuf (Bavê Bahoz) di meha Remezanê de, sala 2011 ji aliyê çekdarên PYD ve hatibû revandin, hatibû îşkencekirin û li gundê „Elok“ê, ew avêtibûn ser rê.