Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yeketî a Ewropa dorpêç xiste ser 18 kompaniya û wilatiyekî Îranê

14:28 - 22 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Yeketî a Ewropa ê 18 kompaniya û rêkxistin û her weha hevwelatiyekî Îranî, xiste nav lîsta dorpêçan de.

Yeketî a Ewropa sedema zêdekirina dorpêçan li ser wan kompaniya û rêkxistinan bo pêywendî a bazerganî tewî pirogirama Nawekî a rejîma Îslamî a Îranê ragehand.

Demek berî niha Amrîka ê çar kompaniya û hejmarek ji berpirsiyarê payebilind yê rejîma Îranê linav lîsta dorpêçan de zêde kirin.

Wezareta Dereve a Amrîka ê ragehand, ev dorpêçane bi mebesta pêşgirtin bi destpêragehiştna rejîma Îslamîa Îranê bi çekên Etomê ye.
Fireydûn Ebasî berpirsiyarê saziya Wiza Etomî a Îranê yek ji wan kesane ye ku dorpêç xistine ser.

kompaniya anîn û birin a “Sad” li Taranê yek ji wan kompaniya ye ku derheq rêkirina çek û teqemenî bo rejîma Sûriyê, ketiye nav lîsta dorpêçên Amrîka ê.
Pêka dorpêçên nû, kompaniya û hevwelatiyên Amrikî nikarin li gel kompaniya û berpirsiyarê rejîma Îranê bazerganî biken.