Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê 20 milyon “Euro” dan dijberên rejîma Sûriyê

15:16 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Komîsyona Ewropayê bi navê alîkarî bi penaberên şerr, 20 milyon “Euro”yên din dan dijberên Sûriyê, bi wî awayî alîkariyên xwe bo dijberên Esed du hember kirine.


Li nûçegihaniya Firansa, di halekê de Ewropayê di rewşek nebaş a abûrî de derbas dike, nûçeya du hemberkirina alîkariyên xwe bi dijberên rejîma Esed belav kir.
Komîsera Kirîzên Komîsyona Ewropayê bi ragihandina vê mijarê îdia kir ku alîkariyên han ji bo îlacan û madeyên xurekê ji penaberên pevçûnên Sûriyê re ne.
Eva di halekê de ye ku endamên Yekîtiya Ewropayê di rûniştina “Biroksil”ê de biryar sitandin ku gelaleya qedexekirina şandina sîlahan bo Sûriyê tundtir bike û tehrîmên dijî resjîma Sûriyê zêde bike.
Wezîrên Derve Ên welatên Yekîtiya Ewropayê herweha hin tehrîm bi ser 26 kesên din ji endamên dewleta Sûriyê de sepandin û li gor tehrîmên han heyiyên wan rayedarên rejîma Sûriyê li Ewropayê dihên bilokekirin û sefer bo Ewropayê ji wan re dihê qedexekirin.