Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li derheq 33emîn salvegera şehîdkirina “Dr.Qasmlo” gotarek belav kir

17:11 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li derheq 33emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, gotarek bi navê “Gewre û serkirdeyê Kurd pakrewan, Ebdulrehman Qasimlo” belav kir.

 Ew gotar bi nivîsa “Seîd Yûsif” li malpera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê hatiye weşandin, di beşek ji vê gotarê de hatiye: “Dr. Qasimlo, zana û siyasetmedarekî bi navûdeng, ji Kurdê Rojhilatê Kurdistanê ye, akadîmî û mamosteyê zanîngehê bû. Navûdengê Qasimlo belav dibe, li hemî deverên Kurdistanê û Îranê, weke mirovekî aştîxwaz, û serkirdeyekî kurdperwer.”

Wiha li ser jiyana şehîd Dr. Qasimlo nivîsandiye: “Ebdurehman Qasimlo, ji dayîk bûyê 22/12/1930, li devera Urmiyê û di himbêza malbateke dewlemend û navdar de. Bavê wî Mihemed Axa ji eşîra Şikak bûye.

Herwisa di vê gotarê de kurtiyek li ser jiyana Dr. Qasimlo û xebata wî li warên netewî û demokrasî de nivîsandiye: Tê xuyakirin ku Qasimlo, weke mirovekî welatperwer û hezkirê milletê xwe, û girêdayî êş û azarên welatê xwe bû, ji ber vê yekê, ew vedigere Kurdistanê, dema hinek demokrasî û derfetên karê siyasî çê dibe Qasimlo tê naskirin û weke mirovekî rewşenbîr ji asteke bilind de. Loma navbirî heşt zimanên biyanî baş dizanî zimanên wek:  Farisî, Erebî, Azerî, Fransî, Îngilîzî, Çikî, Rûsî,ji bilî ji zimanê Kurdî.  

Li derheq şehîdbûna “Dr.Qasimlo” de nivîsandiye: “ Di şevek reş û tarî de dijminê xedar û bêbext, derbasî odeya şanda Kurdî dibin, û Qasimlo û her du hevalên wî “Ebdela Qadirî Azer, nûnerê partiyê li Ewropa yê, û Fadiz Resûl Rojnamevan û lêkolîner ê Kurd li zanîngeha Viyena yê” şehîd dikin.

Di dawiya vê gotarê de hatiye: “Bi van kiryarên hovane û trajîdîk jiyana Qasimlo û hevalên wî bidawî hat, lê belê dijmin baş dizane ku kurd wê her û her bijîn û namirin”.