Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, Newroz û weşana “Tishktv”yê, pîrozkirin

10:58 - 21 Adar 2019

Kurdistanmedia: Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, di beyanameyekê de, sersala nû, û destpêkirina weşana “Tishktv”yê, li hemî xelkê Kurdistanê pîroz kir.

Deqa beyanameyê wiha ye:

Beyaname û pîrozkirina newroza 2719`an Kurdî, a  Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, bi boneya Newroz û herwisa destpêkirina weşana dubare a “Tishktv”yê, li hemû gelê Kurd bi taybet Kurdistana Rojhilat.

Newroz sembola azadî û vejiyana jiyan û herwisa sembola renbirengbûna çiya û quntar û rûbar, kanî û sembola Adar û xem û bidarvekirina Xaklêweya Mehabad ye, û herwisa parçe parçe bûna 5 hezar gulên bajarê buka devera Şarezûr a Hêroşîmaya Kurdistanê ye.

 Newroz bo gelê Kurd, di wateyê de, dîrok heye û mil bi mil gelê Kurd zalbona xwe li ser reşe ba û tarîperestan nîşan daye, û di hevokekê de, Newroz û felsefeya wê di Kurdî de, digel neteweya Kurd bi hevre girêdane.

Newroz dîlana azadiyî ye, ev bingeha çand û reşbelekî a renganên pirr nirxe ku, çar parçên Kurdistanê dike yek, û herwisa xwendekar û xwendingehan û mamostayan li hişkbûna zordariyê dişkêne, û dîlana azadiya cejn û reşbelekê lidardixînin.

Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê, peymanê digel newroz û hemû azadîxwezan, girtiyên siyasî, dayîk û bav û şehîdan dubare dike, ku li ser çalakî û karê zansitî yê perwerde û eşkerekirina hemû kiryarên nemirovî ku,  sîstema Axûndî, xwe jê  bêpar nake, û hemû demî di gel çiya û bajar û perwerdehiya cîhan û saziyên navneteweyî dibe alîkar.

Newroz û sersala 2719`an a Kurdî pîroz be

Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê

29`ê Reşemeha 2018`an  Kurdî